Li Minbicê şaneyeke veşartî ya DAIŞ`ê hate girtin

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku Yekîneyên Têkoşîna li Dijî  Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şaneyeke veşartî ya  girêdayî DAIŞ`ê  li Minbicê ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev dikir, girt.

Li Minbicê şaneyeke veşartî ya DAIŞ`ê hate girtin
15 adar, 2019   10:32

MINBIC

Îro Navenda Çapemeniyê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand ku Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê, li Minbicê şaneyeke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ku ji 5  kesan pêk tê, girt.

Daxuyanî wiha ye:

"Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê, li Minbicê  erka xwe ya girtina şaneyên terorîst bi awayekî serkeftî didin meşandin.  

Bi rêya operasyonekê û berdewama girtina şaneyên terorîst ên veşartî, piştî şopandina domdar, ji komên çeteyan re yên ku ji gundê Baxozê derketine û dixwazin aramiyê têk bibin, li ser vî esasî Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê operasyonek li dijî DAIŞ û şaneyên wê pêk anî.  Di encamê de 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin.

Xebata parastina ewehiya di hundirê bajêr de û têkoşîna li dijî  şaneyan berdewam e.”

(ekîb)

ANHA