Piştî derbeyên giran ên QSD’ê çete xwe radest dikin

Komeke din ji çeteyên DAIŞ`ê piştî derbeyên giran ên şervanên QSD`ê xwe radestî QSD`ê kir.

Piştî derbeyên giran ên QSD’ê çete xwe radest dikin
15 adar, 2019   10:28

DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê li Baxozê bi pêş de diçin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê nikarin li hember derbeyên şervanan li ber xwe bidin, xwe radestî QSD`ê dikin.

Nûçegihanên me yên li Baxozê diyar kir ku beriya çend kêliyan beşeke din ji çeteyên DAIŞ`ê ku di Baxozê de bûn, xwe radestî QSD`ê kir.

(bx)

ANHA