Li kampa Holê 8 hezar malbatên DAIŞ’ê hene

Hejmara malbatên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê gihîşt 8 hezarî. Rêveberiya kampê hewl dide kampê ji ber xweradestkirina çeteyên ku li Baxozê mane, fireh bike.

Li kampa Holê 8 hezar malbatên DAIŞ’ê hene
15 adar, 2019   11:00

EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Baxozê berîka dawîn a çeteyên DAIŞ’ê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şerê Tunekirina Terorê didomînin. Lê rex jî bi sedan çete û malbatên wan rojane xwe radestî QSD’ê dikin.

Bi nêzîkbûna têkbirina DAIŞ’ê li gundê Baxozê re, kampa Holê ya ku 45 km dikeve rojhilatê navenda kantona Hesekê malbatên DAIŞ’iyan pêşwazî dike. Her wiha hejmara malbatên çeteyên ku heta duh gihaşt kampê ya li gorî ku rêveberiya kampê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, 8 hezar e.

Malbatên çeteyên ku xwe radest dikin; biyanî, ji dewletên erebî û ji bajarên Sûriyê ne.

Di vê derbarê de yek ji rêveberên kampa Holê Nebîl Hesen ev tişt got: "Çeteyên DAIŞ`î ku gihîştine kampê ji Ozbek, Alman, Afrîka, Tirk, Pakistan, Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Iraq û Sûriyê (Heleb, Hums, Hema, Idlib, Şam û Reqa) ne."

Hejmara giştî ya li kampa Holê ya dawîn nêzî 64 hezar  kes e. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariya wan dike. Lê rêxistinên li herêmê jî alîkariyeke pir kêm didin koçberan.

Hejmara zêde dihêle ku rêveberiya kampê cih fireh bike, ji ber hejmara çete û malbatên DAIŞ’î yên xwe radest dikin û dê xwe radestî QSD’ê bikin, zêde ye. Di vê çarçoveyê de rêveberî li ser beşên 6 û 7 ên kampê dixebite. Bi derfetên xwe rêveberiya kampê hewl dide pêdiviyên xizmetguzariyê yên sereke pêşkêş bike.

(fr)

ANHA