Navendên Tevgera Azadî û RJAK'ê piştî hevdîtinan dîsa hatin vekirin

Rojnewsê diyar kir ku Navendên Tevgera Azadî û Rêkxirawî Jinanî Azadî Kurdistan (RJAK) ku îro serê sibehê ji aliyê Hêzên Asayîşa Silêmaniyê ve hatibûn girtin, di encama hevdîtinan de, careke din hatin vekirin.

Navendên Tevgera Azadî û RJAK'ê piştî hevdîtinan dîsa hatin vekirin
13 adar, 2019   12:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku Hêzên Asayîşa Silêmaniyê serê vê sibehê girtin ser navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û navenda RJAK’ê de. Hêzên Asayîşê bi hinceta ku ji wan re ferman hatiye hemû kesên di herdu navendan derxistibûn û deriyên wan girtibûn.

Piştî girtina navendan, rêveberên Tevgera Azadî û RJAK bi rayedarên asayîş û parêzgeha Silêmaniyê re hevdîtin pêk anîn.

Di encama hevdîtinan de, qifleyên li ser deriyên herdu navendan hatin rakirin û navend ji nû ve hatin vekirin.