Navendên Tevgera Azadî û RJAK hatin girtin

li gorî nûçeya Rojnewsê ku hêzên Asayîşa Silêmaniyê navenda Tevgera Azadî û Rêkxirawî Jinanî Azadî Kurdistan (RJAK) girtin.

Navendên Tevgera Azadî û RJAK hatin girtin
13 adar, 2019   07:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî di nûçeya Rojnewsê de hat diyarkir ku hêzên Asayîşa Silêmaniyê serê vê sibehê girtin ser navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û navenda RJAK’ê.

Hêzên Asayîşê bi hinceta ku ji wan re ferman hatiye hemû kesên di herdû navendan de derxistin û deriyên wan mohr kirin.

Der barê sedema girtina herdû navendan de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

Hêzên Asayîşa parêzgeha Silêmaniyê di Mijdara 2018’an de jî, navendên Tevgera Azadî yên Kelar, Kifrî, Koyê û Ranya girtibûn. Asayîşê her wiha tabelaya navenda Tevgera Azadî ya Silêmaniyê jî daxistibû.