Malbatên şehîdan: Serkeftina li dijî DAIŞ`ê serbilindî ye

Malbatên şehîdan ên Minbicê destnîşan kir ku serkeftina ku li baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê dê were ragihandin, çavkaniya serbilindî û kêfxweşiya wan e.

Malbatên şehîdan: Serkeftina li dijî DAIŞ`ê serbilindî ye
Malbatên şehîdan: Serkeftina li dijî DAIŞ`ê serbilindî ye
Malbatên şehîdan: Serkeftina li dijî DAIŞ`ê serbilindî ye
13 adar, 2019   07:53

SELWA ABDULREHMAN – ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Serkeftina li dijî dewleta xîlafetê ya çeteyên DAIŞ`ê nêz bûye. Ev serkeftin bi saya xwîn û têkoşîna zarokên herêmên cuda ji Sûriyê ku rola wan di serkeftinê de ya herî girîng bû, hate bidestxistin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li benda mizgîniya serkeftina têkçûna çeteyên DAIŞ`ê ne, ew çeteyên ku sûcên şer û komkujî der heqê gelên herêmê bi taybet û gelê Sûriyê bi giştî de pêk anîn.

Bi saya şervanên YPG, YPJ û QSD`ê û bi hezaran şervanên ji bo tunekirina terorê û parastina destkefiyên Rêveberiya Xweser canê xwe feda kir, pêk hat.

Di merheleya dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de ku hîna dewam dike, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî beşdarî pêngavê bûn û gelek ji wan bi serbilindî gihaştin asta şahadetê. Der barê mijarê de gelek malbatên wan şehîdan ji ANHA`yê re axivîn.

Mihemed Ridwan Cemal, bavê şehîd Ebdilrehman Cemal li kêleka her sê zarokên xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir. Li kêleka gora yek ji zarokên xwe yên şehîd ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bû, wiha got: "Em wek malbatên şehîdan li benda mizgîniya rizgarkirina Baxozê ne."

Cemal da xuyakirin ku serkeftina li dijî DAIŞ`ê serbilindî ye ji malbatên şehîdan re, ji ber ku zarokên wan ji bo rizgarkirina hemû axê ji terorê, canê xwe feda kir.

Mihemed Ridwan Cemal da zanîn ku serkeftina ku di demeke nêz de pêk were, serkeftina ji xwîna şehîdan re ye.

Her wiha Mihemed soz da şehîdan ku ew ji projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ku Sûriyê ber bi Sûriyeke nenavendî, azad, demokratîk û pirreng ve dibe û wiha pê de çû: "Şehîd stêrk in û rêya me ronî dikin, ji bo ku rûmet û azadiya me vegerînin şehîd bûn. Em ê jî li ser şopa wan bimeşin."

Paşê şervanê bi navê Merwan Meri Teqtûq, lawê apê şehîd Mehmûd Meri Teqtûq ku di pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bû, diyar kir ku têkçûna DAIŞ`ê nêz bûye û wiha domand: "Piştî ragihandina serkeftina leşkerî li ser çeteyên DAIŞ`ê, em ê di aliyê bîrdozî de şerê wan bikin."

Teqtûq bang li aliyên ku piştgiriya QSD`ê kirin, kir ku piştgiriya xwe dewam bikin da ku terorê di aliyê leşkerî, bîrdozî û siyasî de jî bi bin bixin.

(jo)

ANHA