Jinên Dêrazorê ber bi azadiyê ve gavan davêjin

Meclisa Jin a El-Besîre ya bajarokê Dêrazorê xebatên perwerdekirina jinan dimeşîne û avakirina komînên jinan dişopîne.

Jinên Dêrazorê ber bi azadiyê ve gavan davêjin
Jinên Dêrazorê ber bi azadiyê ve gavan davêjin
13 adar, 2019   08:16

BETÛL EL-ŞÊX/DÊRAZOR

Jinên herêmên Dêrazorê di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de, rastî zulm û binpêkirinan hatin. Lê piştî ku herêm hate rizgarkirina dest bi rêxistinkirinê kirin, meclis û komînên xweser ava kirin.

El- Besîre jî yek ji bajarokên girêdayî Dêrazorê yên ku jin gavên ber bi azadiyê ve diavêjin e. Meclisa Jinan a El-Besîre di 15`ê Gulana sala borî de hate vekirin. Meclis ji gelek komîteyan; Malî, Arşîf, Pêşwazîkirin û Lihevanînê pêk tê.

Endamên her komîteyekê di perwerdeyên bîrdozî re girêdayî neteweya demokratrîk, girîngiya jinan di civakê de û rola wan di avakirina civakek azad û xwedî exlaq re derbas bûne.

Meclisa Jinan a El-Besîre 65 komînên taybet bo jinê li El-Sebha, El-Şehîl, El-Cedîd û El-Berîhe ava kirin.

Her wiha Meclisa Jinan ji serok, endamên rêveber û endamên din ên komîteyan pêk tê. Komîteya Lihevanînê yek ji komîteyên herî çalak  tê hesibandin. Komîteyê ji bingeha 700 dozan 675 dozên jinan çareser kiriye.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Meclisa Jin a El-Besîre Fatme El-Hisên destnîşan kir ku wan bi rêya dewreyên ku ji şêniyan re vedikin, jinan perwerde dikin û pirsgirêkên ku jin rastî tên çareser dike.

Fatme diyar kir ku jinên herêmê ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê gelek êş û azar kişandine û îro jî ji bo birêxistinkirina xwe dixebitin.

(şx)

ANHA