`Tecrîdkirina Ocalan ispat dike ku Tirkiye di aliyê siyasî de têk çûye’

Şêniyên Qamişlo gotin: “Tecrîda ku niha li ser Ocalan hatiye ferzkirin, tecrîdek dermirovî ye. Dewleta Tirk siyaseta çewisandinê li ser girtiyan dimeşîne, ev jî isbat dike ku Tirkiyê ji aliyê siyasî ve têk çûye.”

`Tecrîdkirina Ocalan ispat dike ku Tirkiye di aliyê siyasî de têk çûye’
13 adar, 2019   06:51

RAPERÎN TEHLO-SILAVA EBDULREHMAN/QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker ev 8 sale tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtinên wî bi parêzeran re qedexe dike. Gelê Kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîdê têkoşînek bê hempa didin. Armanca tecrîdê ew e ku pêşî li gihiştina fikr û perspektîfên Ocalan ji bo gel e.  Ji bo şermezarkirina tecrîdê, bi sedan kes li Kurdistan û Ewropayê bi pêşengiya Leyla Guven dest bi greva biçîbûnê kirin e.

Şêniyên Qamişo tecrîd şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Leyla Guven dan nîşan. Leyla Mihemed Murad ji şêniyên bajarê Qamişloyê, diyar kir ku armanca sereke ya tecrîdê, şikandina vîna gelê Kurd û gelên herêmê yên ku bi fikrên Ocalan ên demokratîk bawer in, e.

Leyla teqez kir ku gelê herêmê fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kirine bingeh û ji bo azadiya xwe û bidestxistina mafên xwe yên rewa têdikoşin. Leyla got: “Ocalan bi felsefya xwe bang li avakirin jiyana hevpar, xurtkirina têkiliyan di navbera pêkhateyan de û jiyana hevbeş kir. Bi saya fikrên Ocalan tevahiya pêkhateyên herêmê bi yekrêzî û di heman xedenkî de li hember terorê sekinîn."

Leyla destnîşan kir ku jina Kurd ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşiya û bi awayekî domdar tê dikoşe û wiha pê de çû: "Leyla Guven ji cîhanê re isbat kir ku jina Kurd dikare ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan li ber xwe bide û tê bikoşe. Her wiha peyama xwe ragihand cîhanê û ji tevahiya jinên cîhanê re bû mînak."

Di dawiyê de Leyla bang li tevahiya rêxistinên navdewletî û mafên mirovan kir ku ji dest ji bêdengiya xwe berdin.

Şêniyê bi navê Mehmûd Kilo jî got: "Binpêkirinên ku li ser Ocalan tên meşandin, di dîrokê de mîna wê rû nedane. Tecrîda ku niha li Ocalan hatiye ferzkirin, tecrîdek dermirovî ye û hevdîtinên ti girtiyekî di cîhanê de bi parêzeran nehatiye qedexekirin."

Di dawiyê de Kilo diyar kir ku dewleta Tirk siyaseta çewisandinê li ser girtiyan dimeşîne, ev jî isbat dike ku Tirkiyê ji aliyê siyasî ve têk çûye.

(şx)

ANHA