1'emîn Festîvala Werzîşê ya Minbicê bi dawî bû

1`emîn Fastîvala Werzîşê ya Minbicê ya bi boneya salvegera 2’emîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarê wê hatibû orgenîzekirin, îro bi pêşkêşkirina berhemên werzîşê û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

1'emîn Festîvala Werzîşê ya Minbicê bi dawî bû
1'emîn Festîvala Werzîşê ya Minbicê bi dawî bû
1'emîn Festîvala Werzîşê ya Minbicê bi dawî bû
1'emîn Festîvala Werzîşê ya Minbicê bi dawî bû
1'emîn Festîvala Werzîşê ya Minbicê bi dawî bû
1'emîn Festîvala Werzîşê ya Minbicê bi dawî bû
1'emîn Festîvala Werzîşê ya Minbicê bi dawî bû
1'emîn Festîvala Werzîşê ya Minbicê bi dawî bû
1'emîn Festîvala Werzîşê ya Minbicê bi dawî bû
12 adar, 2019   18:13

MINBIC

Fastîval bi dirûşmeya `Werzîş ji bo perwerdekirina derûnî û avakirina civakek exlaqî ye`,  hatibû organîzekirin, bi dawî bû. Di fastîvalê de bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, endamên saziyan û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarê wê amede bûn.

Di festîvalê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî. El-Ebid şehîdên Bakurê Sûriyê bi bîr anî û bang li yekrêziya pêkhateyan kir da ku li hember tevahiya tehdîdên derve û hundirîn bisekinin.

Piştre Koma Şehîd Zîlan a Herêma Cizîrê berhemên xwe yên hunerî, tîma kiluba Eyûb berhemek girêdayî werzîşa tekwando û Koma Şehîd Osman şanoyek girêdayî binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê pêşkêş kirin.

Paşê serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qefatn axivî û lidarketina fastîvalê li şêniyên Minbicê pîroz kir. El-Qeftan tekez kir ku wek partiyek Sûrî ji bo nûnertiya tevahiya gelê Sûriyê dê bixebitin û armanca wan Sûriyeyek nenavendî û demokratîk e.

Piştî wê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, sazî û komîteyên girêdayî wê xelat kirin û koma Nûpelda ya Herêma Cizîrê stranên gelêrî stran.

Piştî stranan, hevserokê kluba Berxwedan a Werzîşê ya Herêma Cizîrê Ebdulbaqî Cemal axivî û komkujiya 12`ê Adarê ya Qamişlo şermezar kir. Cemal destnîşan kir ku Serhildamna Qamişlo bersîva komkujiya ku rêjîma Baas û alîgirên wê yên şofanîst pêk aniye, ye. Her wiha salvegera damezirandina Rêveberiya Sivîl a Minbicê pîroz kir.

Paşê maçek di navbera kluba Minbicê û Berxwedan a Herêma Cizîrê de li stada Minbicê li dar ket. Di dawiya maçê de kluba Minbicê bi encama 1-0 bi serket.

Piştre gelek berhemên werzîşê di gelek beşan de hatin pêşkêşkirin. Fastîval bi gerandina xelekên govendê li stada Minbicê bi dawî bû.

(şx)

ANHA