Li Girkê Legê ji bo bîranîna şehîdên 12’ê Adarê mûm hatin vêxistin

Kongreya Star a navçeya Girkê Legê ji bo bîranîna şehîdên 12’ê Adarê li Qada Şehîd Xebat mûm vêxistin.

Li Girkê Legê ji bo bîranîna şehîdên 12’ê Adarê mûm hatin vêxistin
12 adar, 2019   18:49

QAMIŞLO

Endam û rêveber Kongreya Star tevî bi dehan şêniyên navçeya Girkê Legê li Qada Şehîd Xebat kom bûn û ji bo bîranîna şehîdên Serhildana 12’ê Adarê mûn vêxistin.

Li qadê endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Nesrîn Dahêr axivî û şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest. Nesrîn tekez kir ku serkeftina mezin a ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bi destxistin, berhema fedakariyên şehîdan û berxwedana gelê Kurd a wê demê ye.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(şx)

ANHA