Li Dêrazorê bombeyek hat bêbandorkirin

Yekeniyên Endezyariyê yên Bêbandorkirina Mayînan ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê îro bombeyek li gundê Zîban ê girêdayî gundewarê rojhilatê Dêrzorê bê bandor kirin.

Li Dêrazorê bombeyek hat bêbandorkirin
12 adar, 2019   17:16

DÊRAZOR

Şêniyekî gundê Zîban li ser rêya kolenekî cismekî bi şik dît û xeber da Yekîneyên Endezyariyê yên Bêbandorkirina Mayînan yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Yekîne yekser çûn gund û derdora cisim girtin. Piştî ku zanîn cisim bombeyek e, ew bê bandor kirin.

Bi nêzîkbûna têkçûna DAIŞ’ê li Baxozê, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê sivîlan dikin hedef.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê duh êvarê li bajarokê El-Besîre li gundewarê rojhilatê Dêrazorê gule li şervanên QSD`ê berda û di encamê de şervanek şehîd bû û yek din jî birîndar bû.

(şx)

ANHA