Şêniyên bajarokên kantona Qamişlo, şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn

Bi hezarn şêniyên herêm û navçeyên kantona Qamişloyê beşdarî gelek çalakiyên  bîranîna şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bûn.

Şêniyên bajarokên kantona Qamişlo, şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn
Şêniyên bajarokên kantona Qamişlo, şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn
Şêniyên bajarokên kantona Qamişlo, şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn
Şêniyên bajarokên kantona Qamişlo, şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn
Şêniyên bajarokên kantona Qamişlo, şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn
Şêniyên bajarokên kantona Qamişlo, şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn
Şêniyên bajarokên kantona Qamişlo, şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn
Şêniyên bajarokên kantona Qamişlo, şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn
Şêniyên bajarokên kantona Qamişlo, şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn
12 adar, 2019   15:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Dêrik

Bi hezarn şênî, şandeyên ji partiyên siyasî, rûspiyên êlan û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl li Qada Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn û şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anîn.

Çalakî bi meşek girseyî Qada Azadî bi diruşme, tilîliyên dayîkan, hildana wêneyên şehîdan destpê kir û li nava kolanên bajarê Dêrikê geriyan. Her wiha dikanên bajêr hatin girtin. Şêniyan berê xwe dan goristana bajêr a ku tê de cenazeyên her du şehîdan Welîd Şahîn û Husên Hesen ên ku bi guleya rejîma Baasê li Dêrikê di raperîn de şehîd bûbûn, hebûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, daxuyaniyek hevpar hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdên Sûrî Şukrî Hemo ve hate xwedin.

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

"Îro salvegera 15’mîn a Raperîna 12’ê Adarê ye, ya ku çîroska xwe ji Qamişloyê dest pê kir û piştre li hemû herêmên Kurdî û deverên ku gelê Kurd ên Sûriyê hene, belav bû. Armanc şermezarkirina siyaseta şovînîst û destpotîbû.

Em teqez dikin ku em ê destkeftiyên ku hêzên me bi dest xistine û yên destanên bedewtirîn ên lehengiyê nivîsandine biparêzin.”

Partiyên siyasî di dawiya daxuyaniyê de misogeriya baweriyê ji bo hemû şehîdên ku beşdarî avakirina vê welatî bûne bi hemû ciwanên ji Kurd, Ereb, Suryan, Kildan, Aşûr û hemû gelên li ser vê erdnîgariyê dijîn, da.

Ji aliyekî din ve jî hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Hesen Ubêyd wiha axivî û wiha got:" Serhildana 12’ê Adarê bingehek ji gelê me re danî ku rêfên xwe rêxistin bikin û çiroska Şoreşa Rojava û ya Bakurê Sûriyê bû."

Ubêyd wiha domand:" Serhildana 12’ê Adarê yekîtiya gelê Kurd di parastina çand û ziman de ava kir. Her wiha vîna gel ya xurt li dijî rêxistinên faşîst sepand. Ji lew re divê li ser şopa şehîdan bimeşin heta serkeftinê."

Birayê şehîd Welîd Şahîn wiha got:" Di kesayeta şehîdên 12’ê Adarê de, hemû şehîdan bi bîr tînin û li beramber lehengiyên wan bejna xwe ditewînin. Em soza şopandina rêya wan didin.”

Endamê rêveberiya Meclîsa naçveya Dêrikê Mutîi Elî, berxwedaniya têkoşer Leyla Guven û hevrêyên wê silav kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, şêniyan berê xwe dan goristana bajêr û di nava tilîliyên dayîkan û silvakirina şehîdan de, kulîl danîn ser gorên şehîdên Serhildana 12’ê Adarê.

Girkê Legê/ Çilaxa

Bi hezaran şêniyên her du navçeyan, Girkê Legê û Çilaxa berê xwe dan goristana gundê Abîra ya girêdayî navçeya Çilaxa da ku şehîdên 12’ê Adarê lê ne. Şêniyan şehîdên 12’ê Adarê bi bîr bînin.

Şêniyên Girkê Legê û Çilaxa li têketina gundê Abîra kom bûn û ji wir meşê dest pê kir heya goristanê meşiyan.

 Merasîmê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) yê navçeya Çilaxa Abduselam Ebas axivî û şehîdên Raperîna 12’ê Adarê bi bîr anî. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Ebas got, şehîdên Serhildana 12’ê Adarê mîraseya destkeftiyên Şoreşa Rojava ne û wiha got:" Tiştê îro ji şoreşê tê dîtin , yek ji mîraseya têkoşîna şoreşî ya Serhildana 12’ê Adarê ya ber bi Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ve ye."

Dûvre hevseroka Meclîsa Herêma Dêrikê Zulfa Bedor axivî û got:" Şehîdên 12’ê Adarê agirê rêya azadiyê ne. Heta roja îro şehîdan didin, da ku soza şopandina nameya azadiyê û demokratiyê ya şehîdan, biparêzin."

Mir Mihemed bavê şehîd Ehmed Mihemed ê ku di 12’ê Adara 2004’an de şehîd bûye, wiha da axivî: “ Serhildana 12’ê Adarê du aliyên xwe hene. Yek reşahî ye û ya din jî ronahiya gelê Kurd e. Ji ber bû bingeha Şoreşa Rojava û destkeftiyên ku ta vê kêliyê. Di encama keda şehîdan de, çemberkirina DAIŞ’ê li gundê Baxozê di berîka xwe ya dawîn, dibînin."

Di dawiyê de kulîlk danîn ser gora şehîdan.

Tirbespiyê

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo bîranîan şehîdên Serhildana 12’ê Adarê, meşiyan.

Şênî li pêş Navenda Kongreya Star kom bûn û ber bi sûka navendî ve bi tilîliyan, silvakirina Serhildanê, banga biratiya gelan û jiyana hevbeş meşiyan.

Şêniyan alên YPG û YPJ,  QSD û pankartên bi nivîsên" Serî hilde, em hemû destek in da ku xak û welatê xwe biparêzin" hatibûn nivîsandin, hildan.

Şênî li pêş Akademiya Şehîd Yekta Herekol kom bûn. Piştre bi navê Kongre Star a navçeyê endama rêveber Leyla Mihemed û bi navê Meclîsa navçeyê hevserokê Meclîsê Abduruhman Hiso axivîn.

Axêveran siyasetên ku hê jî desthildariyên li Rojhilata Navîn bi armanca berdana fîtneyan dimeşînin, şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku gelê Rojava serî tewandin di 2004’an de red kir û têkoşîna gel di 2011’an de berhem da.

(fr)

ANHA