Karnevala 12’ê Adarê bi tekezkirina biratiya gelan bi dawî bû

Karnevala 12’ê Adarê bi tekezkirina biratiya gelan, jiyana hevpar û parastina rêgezên neteweya demokratîk bi dawî bû.

Karnevala 12’ê Adarê bi tekezkirina biratiya gelan bi dawî bû
Karnevala 12’ê Adarê bi tekezkirina biratiya gelan bi dawî bû
Karnevala 12’ê Adarê bi tekezkirina biratiya gelan bi dawî bû
Karnevala 12’ê Adarê bi tekezkirina biratiya gelan bi dawî bû
Karnevala 12’ê Adarê bi tekezkirina biratiya gelan bi dawî bû
12 adar, 2019   14:48

QAMIŞLO

Ji bo bîranîna serhildana Qamişlo ku kete sala xwe ya 15`an, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo karnavalek li dar xist. Şêniyên herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan, malbatên şehîdên Serhildana 12`ê Adarê, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêma Cizîrê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de amade  bûn.

Çalakiyên karnavalê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herîma Cizîrê hevserokê Meclisê Mehsûm Hesen axivîn. Axaftvana destnîşan kirin ku serhildana 12’ê Adarê kevira bingehîn a şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û gotin: “Rêjîmê xwest  di stadê de vîna gelê Kurd bişkîne, lê îro bi saya hevgirtina gelên herêmê, mafên xwe yên rewa bidestxistin. Ev gel îro terorê tune dike.”

Piştî bidawîbûna axaftinan maçek di navbera tîma Herêma Cizîrê û tîma Dêrazorê de hat lîstin. Tevahiya beşdarên karnavalê sloganên silavkirina Serhildana Qamişlo û biratiya gelan berz kirin.

Paşê beşdaran li ber stranên hunermend û komên Herêma Cizîrê xelekên govendê gerandin û sloganên silavkirina berxwedana QSD, YPG û YPJ`ê û dirûşmeyên banga biratiya gelan û jiyana hevpar berz kirin.

(şx)

ANHA