Şandeya Baskê serdana Reqayê kir

Şandeya herêma Baskê îro serdana Rêveberiya Jin a Reqayê kir û rewşa jinên bajêr piştî rizgarkirinê û makenîzmeya kar şopandin.

Şandeya Baskê serdana Reqayê kir
12 adar, 2019   15:18

REQA

Şandeya herêma Baskê serdana xwe ya  bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Îro şandeyê serdana Rêveberiya Jin a Reqayê kir û rewşa jinên bajêr şopand.

Şande ji hêla endamên rêveber ên Rêveberiya Jin a Reqayê û Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê ve hat pêşwazêkirin.

Di serdanê de şande û endamên Rêveberiya Jin a Reqayê girêdayî rewşa jinan di dema DAIŞ`ê de û awayên rêxistikirinê piştî rizgarkirinê, nîqaş kirin.

Tevî wê şandeyê xebatên sazî, meclis û komînên girêdayî jinan û makenîzmeya kar ji nêz ve dîtin.

Endamên şandeyê diyar kirin ku pêşketin ber bi çav e, bi bi taybet pêşketina jinan û bidestxistina azadiya wan.

Dê şande serdana hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

(şx)

ANHA