Serhildana Qamişlo îradeya gel a li dijî desthilatdariyê bû

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 15’mîn a Serhildana Qamişlo bi bîr anîn û teqez kirin ku Serhildana Qamişlo bingeha Şoreşa Rojava û îradeya gelan a li dijî pergala deshilatdar bû.

Serhildana Qamişlo îradeya gel a li dijî desthilatdariyê bû
12 adar, 2019   14:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana 12`ê Adarê ji destpêkê heta salvegera wê ya 15`mîn guhertineke pir mezin di aliyê siyasî û civakî de bû. Têde îradeya gel a li dijî pergala desthilatdar diyar kir.

Bi boneya salvegera 15`mîn Serhildan Qamişlo, Meclisa Gel a navçeya Dirbêsiyê, meclisa kantona Hesekê û meclisa herêma Serêkaniyê daxuyanî dan.

Dirbêsiyê

Meclisa Gel a navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê şehîdên Serhildana 12`ê Adara 2004`an bi bîr anîn û teqez kir ku armanca wan bûyeran ku tevlîheviyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxînin. Bi dehan endamên saziyan û endamên meclisa gel a navçeyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Gel a navçeyê Nesrîn Mamî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku siyaset û pergalên desthilatdar ku li dijî gelê Kurd hatiye meşandin û gotin: “Armanca wan ew bû ku komkjiyan pêk bînin, gelê Kurd û çand wan qir bikin û fikrên wan tine bikin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku roja 12`ê Adara 2004`an rêjîma Sûriyê siyasesta xwe ya qirêj li dijî gelê Kurd bikar anî û gotin: “Komkujî li dijî wan pêk anî, armanca wan tevlîheviyê di navbera pêkhteyên Sûriyê de derxînin, di encama wê de 34 kes şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe gelek tişt feda kirin û wiha berdewam kirin: “Îro jî ji bo derxsitina dagirkeran ji xaka xwe têdikoşe, ev hemû jî di bin firk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku çirûska azadiyê di rêya hemû gelên Rojhilata Navîn de pêxist de ye. Ji ber yekîtya gelan hemû planên ku dijî wê dihat kirin, vala derxist.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên 12`ê Adarê bi rêzdar bi bîr tînin her wiha berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê yê di silav dikin. Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya hemû şehîdên azadiyê hat dayîn, hat gotin rizgarkirina Efrînê dê erka wan a sereke be.

Di dawiyê de drûşmeyên silavkirina biratiya gelan û silavkirina Serhildana Qamişlo hatin berzkirin.

Hesekê

Di vê çarçoveyê de Meclisa kantona Hesekê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdulah ve hat xwendin. Daxuanî li pêşiya avahiya meclisê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên kantona Hesekê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Girîngî û cihê meha Adarê di dîroka gelê Kurd de heye. Meha berxwedan û serhildanên li dijî zilm, zordarî, qirkirin û tinekirinê ye.

Gelê me ji Dêrik heta Qamişlo, Efrîn, Heleb û Şamê ji bo bûyerên bi êş ku di encama wê de 35 kes şehîd bûn, serî hildan. Ew komkujî berdewama komkjiyên din ku ji aliyê dewletên netewperest ku li ser yek al û yek ol bang dike û ev yek jî ne li gorî taybetmendiya gelan e. Ji ber wê jî alozî di nava sedê salan de çêbûn.

Em îro di dema ku şervanên me efsaneyiên dîrokî dinivîsinin de, em bi rêzdarî şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr tînin. Li ser esasê pîvana netewa demokratîk em salvegera 15’mîn a şehadeta şehîdên 12`ê Adarê bi bîr tînin. Em teqez dikin ku em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin Sûriyeke demokratîk ne merkezî ku hemû pêkhate cihê xwe têde bigirin, ava bikin.

Berxwedana ku li Efrînê çêbû heman berxedana ku di Serhildana Qamişlo de çêbû yî ye.

Em teqez dikin ku bi rihê berxwedan û israra şoreşgerî em ê li dijî hemû dewletên desthilatdar û sîstemên desthilatdar ku dixwazin herêmên me dagir bikin û sîstma xwe ser me ferz bikin, bisekinin."

Di dawiyê de drûşmeyên silavkirina berxwedana gelên herêmê hatin berzkirin.

Serêkaniyê

Meclisa herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê bi boneya salvegera 15`mîn a 12`ê Adarê, daxuyaniyek da. Daxuyanî  li navenda meclisê hat dayîn.

Îro bi dehan endamên hemû saziyan, navendên bajêr li pêşiya navenda meclisa herêma Serêkaniyê kom bûn.

Daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir paşê Hevseroka Meclisa herêma Serêkaniyê Fadiye Ibrahîm daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye;

Îro salvegera 15`mîn a Serhildana 12`ê Adarê ye, ku çirûska xwe ji Qamişlo destpêkir û li hemû bajar û gundewarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Deh hezaran şêniyên gelê me yê Kurd derketin qadan û xwepêşandan ji bo siyaseta şofînîst lidarxist.

Rêjîmê hewl da di 12`ê Adarê de fitneyê bixe navbera Kurd û Ereb.

Encam û berhemên Serhildana Qamişlo mezin bû, gelê wê ranewestiya û di rêya azadiyê de meşiya. Tiştê em îro dijî ji destkeftî û serkeftinên dîrokî ya şoreşa 19`ê Tîrmeha 2013`an ne.

Bajarê me Serêkaniyê ji bajarên ku rabûn serhildanê û banga azadiyê kirin, di encamê de bi dehan zarokên wê di bin destê Rêjîmê de hatin binçavkirin û şehîdan dan. Bajarê me di 12`ê Adarê de roleke xwe ya girîng dijî çeteyan û dewletên Tirkiyê de lîst. Em îro em serkeftinan li dijî hêzên tarî dibînin ew jî berhema berxweda û îradeya azad e.

Daxuyanî bi silavkirina berxwedana Qamişlo bi dawî bû.

ANHA