Serlêdana ji bo Ocalan hat redkirin

Serlêdana parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re cara 795'an hate redkirin.

Serlêdana ji bo Ocalan hat redkirin
6 adar, 2019   09:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç ji bo dîtina muwekîlê xwe doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê belê serlêdan cara 795'an jî hate redkirin.