`Binpêkirinên li dijî jinên Efrînê, tirsa ji vîna jinan e’

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Hêvî Silêman diyar kir ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser jinên Efrînê nîşan didin ku dewleta Tirk li hemberî vîn û şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê hêz e.”

`Binpêkirinên li dijî jinên Efrînê, tirsa ji vîna jinan e’
6 adar, 2019   09:16

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, jinên Efrînê li herêmên xwe 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ser axa xwe pêşwazî dikir. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, hemû cureyên hovane yên binpêkirinê li ser jinên Efrînê dan meşandin. Cilên reş li jinan kirin, her roj jin revandin, çewisandin, dest dirêjî li wan kirin û jin qetil kirin. Nehêlan jin derkevin derve û hemû mafên jinan ji destê wan girtin.

Bi rasthatina Roja Jinan a Cîhanê re ku civaka navdewletî vê rojê ji bo nirxdayîn û rêzdayîna mafên jinan pîroz dike, jinên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyê rastî kiryarên dermirovî ji kuştin, destdirêjî û revandinê tên.

Girêdayî mijarê endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvî Silêman ji ajansa me re axivî. Hêvî tevahiya jinên kedkar û jinên ku ji bo azadiya xwe, jiyana di nav civakeke azad û demokratîk de tê dikoşin, pîroz kir.

Hêvî diyar kir ku vîna jinan karî hişmendiya mêrdestiyê biguhere heya ku li tevahiya herêmê wekhevî û demokrasî belav bibe.

Hêvî destnîşan kir ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser jinan diyar kir ku dewleta Tirk li hemberî vîn û şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê hêz e. Hêvî diyar kir ku bi nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê re binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser jinan berdewam in.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvî Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên jinan û hiqûqî kir ku rewşa jinan li Efrînê di ber çavan re derbas bikin û wiha got: “Şandeyan bişînin Efrîna dagirkirî da ku dest bi lêkolînan bikin û binpêkirinên dagirkeriyê yên ku heya niha berdewam in, belge bikin. Divê Tirkiyê darizînin.”

(şx/bm)

ANHA