Kurdistaniyên li Lubnanê 8’ê Adarê pîroz kir

Kurdistaniyên li Lubnanê yên li bajarê Terablusê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û teqez kir ku berxwedana girtîgehan a bi serkêşiya têkoşer Leyla Guven dê bi ser bikeve.

Kurdistaniyên li Lubnanê 8’ê Adarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 8’ê Adarê pîroz kir
6 adar, 2019   09:09

LUBNAN

Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) duh li bajarê Terablusê yê Lubnanê bi beşdariya bi sedan kurdistaniyan, civînek li dar xist.

Piştî rêzgirtinê rêvebera Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şervîn Cûdî axivî û Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamenter Leyla Guven pîroz kir.

Şervîn Cûdî destnîşan kir ku Roja Jinan a Cîhanê di meha Adarê de tê pîrozkirin. Ev meh, meheke şîn û şahî ya gelê Kurd e. Wekî Newroz, Raperîna Qamişlo, Komkujiya Helepçe, Dagirkirina Efrînê û wiha pê de çû: "Ev meha berxwedana ji bo gelê Kurd e. Ji lew re teqez dikin ku berxwedana me ji bo mafên rawa, azadiya jinan û civakê didome û dê bidome jî."

Şervîn bal kişand ser berxwedana zindanan a ku bi serkêşiya parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven tê, dê armancan pêk bîne û wiha lê zêde kir: "Berxwedana Leyla Guven û hevrêyen wê dê bi ser bikeve û dê tecrîda li ser rêberê me Ocalan bişikîne."

Şervîn Cûdî di dawiya axaftina xwe de berxwedana girtîgehan û serkeftinên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dest dixin, silav kir.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan, berxwedana zindanan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA