DYA: Hêzên me yên ku dê li Sûriyê bimînin beşek ji hêzên navdewletî ne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Robert Paladino got hêzên Amerîkayê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin, dê parçeyek ji hêzên navdewletî bin da ku nehêlin DAIŞ careke din vegere û piştgiriya ewlehiya herêmê biki

DYA: Hêzên me yên ku dê li Sûriyê bimînin beşek ji hêzên navdewletî ne
6 adar, 2019   08:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona El-Hura ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Robert Paladino wiha gotiye: "Tevgera kêmkirina hêzan dê dewam bike, lê xebata me bi hevkarên me re ji bo paqijkirina herêmên rizgarkirî dê dewam bike û operasyonên tunekirina terorê û piştgiriya ewlehiya herêmê, dê dewam bikin."

Paladino destnîşan kir ku danûstandinên di navbera Washington û hevkarên wê de yên ji bo pêşeroja herêmê, didomin.

Lê Paladino dewletên ku dê beşdarî van hêzên navdewletî bibin, diyar nekir.

Wezîrê karê derve yê DYA’yê Michael Pompeo bi wezîrên karên derve yê Brîtanya û Fransayê re ji bo rewşa li Sûriyê aixivîbû, her wiha bi nûnerê taybet ê NY`yê li Sûriyê Geir Pedersen re jî civiya.

(jo)