Dilşêr Hesekê: Di du rojên dawî de 6 hezar çete û malbatên wan ji Baxoz derketin

Ji fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê Dilşêr Hesekê got, ji destpêka dewamkirina pênava rizgarkirina Baxozê re, 6 hezar çete li gel malbatên radestî QSD‘ê bûn.

Dilşêr Hesekê: Di du rojên dawî de 6 hezar çete û malbatên wan ji Baxoz derketin
5 adar, 2019   18:54

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) di meha Sibatê de bi hezaran sivîl û malbatên çeteyan ji gundê Baxozê derxistin. Her wiha bi sedan çete xwe radest kirin. Tevî bangaziyên QSD‘ê ji bo radestkirinê hin çeteya xwe radest kirin û di gund de ketin dorpêça şervanên QSD‘ê.

QSD‘ê di 1‘ê Adarê de şerê tinekirina çeteyan û rizgarkirina tevahî gundê Baxozê careke din dewam kir, ango dema teqez kirin ku sivîl di gund de nemane.

Di du rojên destpêkê de şerên giran rû dan. Çeteyan hewl dan bi wesayîtên bombebarkirî û moşekên germî pêşdeçûnên şervanan asteng bikin.  Lê hewldanên wan hatin şikandin û şervanan ji her aliyan ve pêşdeçûnên xwe dewam kirin. Çeteyên DAIŞ‘ê ku derbe ji çeteyan xwarin bang li QSD‘ê kirin şer rawestînin da ku malbatên ku xwe radest nekir, ji gund derkevin. QSD‘ê banga wan pêk anî û sivîl derxistin.

Girêdayî mijarê ji fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê, Dilşêr Hesekê ji ANHA‘yê diyar kir ku ew bi hejmara çete û malbatên wan ku di du rojên dawî de radest bûne matmayî man.

Dilşêr Hesekê teqez kir ku 6 hezar çete tevî malbatên xwe di tunel û xendeqan de xwe veşartibûn, ji ber wê di dema şopandina gund de sivîl nedxuyan.

Dilşêr Hesekê, di dawiya axaftina xwe diyar kir ku wan şer ji aliyekî ve sekinandine da ku çete û malbatên wan derxînin. Her wiha teqez kir ku di demekê nêzî de ew ê demeke nêzî de mizgiriya rizgarkirina tevahî Baxozê raghînin.

ANHA