QSD‘ê li Baxozê 5 şervanên Erka Xweparastinê rizgar kirin

Şervanên QSD‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de, bi çalakiyekê 5 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ku li Baxozê ji aliyê DAIŞ‘ê ve esîr hatibûn girtin, rizgar kirin.

QSD‘ê li Baxozê 5 şervanên Erka Xweparastinê rizgar kirin
5 adar, 2019   19:09

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî leşkerî dane ajansa me, Hêzên Taybet ên QSD‘ê li Baxozê bi çalakiyeke bi bandor 5 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ku beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bibûn û ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve esîr hatibûn girtin, rizgar kirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku navê şervanên hatin rizgarkirin dê di demeke nêzî de werin eşkerekirin.

ANHA