Meclisa Sivîl a Tebqayê 17 malên gel li herêmê vekirine

Meclia Sivîl a Tebqayê Mala Gel a gundê El-Kera yê bajarokê El-Cirniyê li gundewarê bakurê Tebqayê bi merasîmekê vekir.

Meclisa Sivîl a Tebqayê 17 malên gel li herêmê vekirine
Meclisa Sivîl a Tebqayê 17 malên gel li herêmê vekirine
5 adar, 2019   18:18

TEBQA

Bi dehan şêniyên gund û endamên malên gel ên herêma Tebqayê, Şaredariya Gel a El-Cirniyê û hejmarek saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê vekirina Mala Gel bûn.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kir de, hevserokê Meclisa Sivîl a Tebqayê Elûş Xidir, Rêveberiya Jin a El-Cirniyê Huda El-Esaf û hevserokê Mala Gel a El-Cirniyê Yihya El-Şilbî axivîn.

Axaftvanan vekirina Mala Gel bi gavek pîroz bi navkirin. Her wiha teqez kirin ku ji erka rêveberiya herêmê ye ku civakê di nav meclisên herêmî û malên gel de bi rêxistin bike. Malên gel ji bo xizmeta civakê, xeta destpêkê ya rêxistinkirinê tê hesibandin.

Di axaftinan de hate teqezkirin ku vekirina Mala Gel li gund dê gelek xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş bike da ku warên rêxistinî û xizmetguzariyê pêşkevin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, deriyê Mala Gel ji hêla dayika şehîd Ehmed El-Hemûd ve hate vekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Sivîl a Tebqayê di nava sal û nîvekê deç17 malên gel li navenda bajêr û her du gundewarên rojhilat û bakur vekirine.

(şx)

ANHA