Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin

Bi rasthatina Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo û navçeya Dirbesiyê ya Hesekê semîner û li Reqayê Desteya Xweparastinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hatin ziyaretkirin kirin û bajar hate xemildan. Her wiha  li Serêkaniyê, Dêrazor û Girkê Legê şahîd hatin lidarxistin û li Helebê jî civîn hat lidarxistin û şitilgeheke hat vekirin.

Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
Çalakiyên 8‘ê Adarê didomin
5 adar, 2019   17:55

QAMIŞLO

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo bi wesîleya 8‘ê Adarê semîner da.

Semîner li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê hate dayîn. Piştî deqeya rêzgirtin Seroka Desteya Jin Rûkan Ehmed sedema bi navkirina Roja Jinan a Cîhanê vegot.

Rûkan Ehmed bal kişand ser destkeftiyên jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, girîngiya azadiya jinê û beşdarbûna jin di her qadên jiyanê de destnîşan kir û got: "Roja Jinan a Cîhanê divê tenê di roja 8`ê Adarê de sînordar nemîne. Her rojek ji bo şoreşa jinê cîhanî ye."

Her wiha kurtefîlmek li ser Roja Jinan a Cîhanê û azarên jinan di dîrokê de hate pêşandan. Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.

DÊRBÊSIYÊ

Kongerya Star li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê semînerek orgenîze kir.

Bi dehan mamosteyên navçeyê tev li semînerê bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê endama rêveber a Akademiya Şehîd Berçem, Nûcan Rêvan dîroka 8`ê Adarê ji beşdaran re şîrove kir û got: "Dîrok bi têkoşîna jinan dagirketiye, jin ji bo mafê xwe tê koşiyan."

Nûcan berxwedana Leyla Guven wekî berxwedaneke bi dîrokî bi nav kir û piştgirya xwe pê re anî ziman.

Di dawiya semînerê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan hatin berzkirin.

HESEKÊ

Bi heman armancê Yekîtiya Rewşenbîrên Hesekê şevbuhêrke çandî li avahiya xwe ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist.

Bi dehan rewşenbîrên herêmê beşdarî şevbuhêrkê bûn.

Di şevbuhêrkê de hejmarek helbestvanên jin, helbest li ser berxwedana jinan xwendin.

Şevbuhêrk bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin bi dawî bû.

REQA

Rêveberiya Jin a Reqayê bi boneya 8`ê Adarê, serdana Desteya Parastin û Xweparastinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê  kir û gul pêşkêşî wan kir.

Di serdanê de Sêkretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef kêfxweşiya xwe bi gava Rêveberiya Jin anî ziman û tevahiya jinan bi taybet şervanên jin bi 8`ê Adarê pîroz kir.

Her wiha seroka Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sûad Xelo destnîşan kir ku jin li Reqayê ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê gelek azar û êş kişandine, hatin firotin û recmkirin. Lê piştî rizgarkirina bajarê Reqayê re jin hewl didin ji wê tartiyê xilas bibin û xwe bi xwe rêve bibe.

Hevseroka Desteya Parastin û Xweparastinê Sûad Ehmed 8‘ê Adarê li tevahiya jinên berxwedêr li eniyan pîroz kir û berxwedana wan silav kir.

Girêdayî heman mijarê Rêveberiya Jin a Reqayê pankartên ku berxwedana jinê silav dikin li deriyên têketin û derketina bajêr daliqandin.

SERÊKANIYÊ

Koma "Karwana Jinên Azad" ya ku beriya sê rojan ji aliyê Kongreya Star a kantona Hesekê ve hatibû avakirin îro serdana bajarê Serêkaniyê kir.

Bi sedan endamên saziyên sivîl, Hêzên Asayîşê yên bajarê Serêkaniyê ji bo pêşwazîkirina kerwanê jinan, li çerxerêya Şehîdan a têketina bajarê Serêkaniyê kom bûn. Girse wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn û dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin berzdikirin.

Karwana ku ji dehan erebeyan pêk dihat li çerxerêya Mîtan ji aliyê bi sedan jinên bajêr, şervanên YPJ û Hêzên Asayîşê ve hate pêşwazîkrin û ji vir bi piyan ber xwe dane çerxerêya Waşûkanî.

Li çerxerêya Waşûkanî çalaliyeke hate lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin, endama Rêveber a Kongreya Star a bajarê Serêkaniyê Selwa Ehmed, Berdevka Kongreya Star a Kantona Hesekê Jiyan Îbarhîm, bi navê pêkhateyê Çaçan Nûra Nezîr, bi navê HPC-Jin a Kantona Hesekê Sebehat Reşîd û Zekiya Mihemed axivîn.

Kesên axivîne Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kirin û gotin, bi saya ramanê Ocalan jinan azadiya xwe bi dest xistin.

Her wiha soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

Çalakî bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

HELEB

Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê rêzeçalakiyên xwe bi boneya 8`ê Adarê didomîne. Kongreyê îro li hola civînan a beşê Rojavayê taxê civînek bi tevlêbûna bi dehan endamên saziyên sivîl û şêniyên taxê li dar xist.

Civîn bi pêşandana senevîzyonekê li ser şidate li dijî jinan û têkoşîna wan di dirêjahiya dîrokê de dest pê kir.

Rêvebera Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya Kongreya Star Leyla Xalid Adarê bi zimanê Erebî û Rêvebera Kongreya Star Şervîn Delîl bi ziman Kurdî dîroka 8‘ê vegotin.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê bi dawî bû.

Girêdayî heman mijarê Buroya Jin a Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê şitilgehek li herêma Şiqeyf a pîşeyî vekir. Bi dehan jinên taxê beşdarî merasîmê vekirina şitilgehê bûn.Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevseroka Şaredariya Gel a taxê Valentîna Ebdo bi xêrhatina beşdaran kir û Roja Jinan a Cîhanê li wan pîroz kir. Valentîna di axaftinan xwe de got, ew şitilgehê diyarî her jinek berxwedêr dikin.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Kongreya Star Fatme Hesen jî 8‘ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û bi bîr xist ku bi keda jin çandinî pêş ket.

Şitilgeh ji hêla dayika şehîd Ciwan Kobanê, Hediye Sidqî û dayika şehîd Huner, Xedîce Eco ve hate vekirin.

Jinên beşdar bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî şitilgehê bûn.

Her wiha beşdaran şitilên daran di şitilgehê de çandin.

DÊRAZOR

Rêveberiya Jin a Dêrazorê bi dirûşmeya "Bi berxwedana jinan, jiyan geş dibe û teror têk diçe" şahiyek li rojavayê herêma Kisratê li dar xistin.

Bi dehan jinên herêmê bi cil û bergên xwe yên filklorî û şervanên YPJ‘ê di şahiyê de amade bûn.

Şahî bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê Rêvebera Buroya Jin  Marya Ehmed ve destpê kir.

Mariya, jinên Dêrazorê û şervanên YPJ`ê li hemberî rêxistina herî xeternak sekinîn ku fesadî di civakê de belav kiribûn û jin wekî meta di bazaran de difrotin.

Maya Ehmed anî ziman ku bi vîna jin paytexta terorê hilweşiya û gelek herêmên Sûriyê ji destê wan hate rizgarkirin.

Marya di berdewama daxuyaniyê de berxwedana Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Neteweyî Abdullah Ocalan silav kir û got, jin bi vîn û zanistî têkoşîna xwe û civakê dike.

Her wiha serjêkirina 50 jinên Êzidî li gunê Baxozê ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve û qetilkirina jina li Efrînê hate şermezarkirin.

Piştre xelekên dîlanan li ber stranên Erebî hatin gerandin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi boneya 8‘ê Adarê "Kerwanê Jinên Azad" şahiyek li navçeya Girkê Legê lidar xist.

Di şahî ku li Qada Şehîd Xebat hate lidarxistin de bi sedan şêniyên navçeyê amade bûn.

Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê bi navê Kerwanê Jinên Azad, endama Rêvebera a Kongreya Star Şaha Xelîl axivî. Şaha Xelîl 8‘ê Adarê li jinan pîroz kir û berxweana şervanên jin di eniyên şer de û Leyla Guven û hemû çalkgerên grevên birçîbûnê silav kir.

Şahî bi stranên Koma Alenya ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgeran û bi dawî bû. Beşdaran jî li ber stranan govend gerandin.

(ekîp)

ANHA