Goristana Şehîd Sêvdar 3 şehîdên QSD`ê hembêz kir

Bi sedan şêniyên bajarokê El-Kerama cenazeyên 3 şehîdên QSD`ê  ku li gundê Cidêda Xabûr, bi xedrê hatin şehîdxistin, spartin axê.

Goristana Şehîd Sêvdar 3 şehîdên QSD`ê hembêz kir
Goristana Şehîd Sêvdar 3 şehîdên QSD`ê hembêz kir
Goristana Şehîd Sêvdar 3 şehîdên QSD`ê hembêz kir
Goristana Şehîd Sêvdar 3 şehîdên QSD`ê hembêz kir
Goristana Şehîd Sêvdar 3 şehîdên QSD`ê hembêz kir
Goristana Şehîd Sêvdar 3 şehîdên QSD`ê hembêz kir
4 adar, 2019   17:00

REQA

Bi sedan şêniyên bajarokê El-Kerama cenazeyê şervanên QSD'ê Salih El-Deham (Salih), Muzhir El-Ebid (Yasîn) û Hesen Dirkal ( Dirkal) ji Saziya Malbatên Şehîdan a El-Keramê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdat ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên QSD`ê ve destpê kir. Paşê axaftin bi navên Saziya Malbatên şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî, Meclisa Sivîl a Reqayê hevserokê meclisê Mişleb El-Derwîş û bi navê QSD`ê fermendar Ebû Azar axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan ji bo avakirina Sûriyêyek pirrengî û ne navendî hate dayîn.

Her wiha, di axaftinan de hate destnîşankirin ku bûyerên diqewimin, encamên komployeke derve ne, armanc jê têkbirina projeya neteweya demokartîk e, heta gotin komplo bi hevgirtina gel dê têk biçin.

Piştre endama Saziya Malbatên Şehîdan a El-Keramê Ibtîsam El-Ehmed wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de hevrêyên şehîdan cenazeyên hevalên xwe spartin axê.

(şx)

ANHA