Mala Êzidiyan amadekariya konferansê dike

Mala Êzidiyan ya Helebê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina konferansa xwe ya 3`yemînde, civînek berfireh lidar xist, komîteyên Mala Êzidiya ya taxa Şêxmeqsûd carek din saz kir û hevserokatiyek nû hilbijart.

Mala Êzidiyan amadekariya konferansê dike
Mala Êzidiyan amadekariya konferansê dike
Mala Êzidiyan amadekariya konferansê dike
Mala Êzidiyan amadekariya konferansê dike
Mala Êzidiyan amadekariya konferansê dike
Mala Êzidiyan amadekariya konferansê dike
Mala Êzidiyan amadekariya konferansê dike
4 adar, 2019   17:21

HELEB

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina konferansa 3`yemîn a Yekîtiya Êzidiyan de ku tê payîn di navîna meha Adarê de li Kantona Şehbayê  li darkeve, Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê civînek berfireh li dar xist.

Civîn li hola civînan a beşê rojavayê taxê bi tevlêbûna bi dehan êzidiyên taxê û endamên saziyên sivîl li dar ket.

Piştî deqeya rêzgirtin, şêx Dahîn Berakat dûa û sirûdên ola Êzidî vegot.

Hevserokên Yekîtiya Êzidiyan ya Kantona Şehbayê Mistefa Nebo û Sûad Hiso rewşa siyasî û pêşdeçûnên dawîn nirxandin. Her wiha behsa komkujiyên ku li ser Êzidiyan li Şengal û Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirk û komên çete pêk hatine, kirin. Hevserokan, teqez kirin ku bi saya berxwedana şervanên YPG, YPJ û QSD`ê bi sedan jin û zarokên êzidî yên ku hatibûn revandin rizgar bûn û vegerin warên xwe.

Di nav axaftina de bal hat kişandin ku Êzidî berê ji ber zihniyeta desthilatdariyê nedikarîn ola xwe eşkere bikina. Lê di bin sîwana neteweya demokratîk de li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê û bi saya xwîna şehîdan êzidiya xwe birêxistin kirin. Mala Êzidiyan da ku fermanên ku wan dikirin hedef pûç bikin, vekirin û tekez dikin ew ji gelên herêmê yên resen in.

Piştî bidawîbûna axaftinan repora  6 mehan a xebatên Mala Êzidiyan ji hêla hevseroka Mala Êzidiyan Nesrîn Gelî ve hate xwendin.

Di nîqaşan de êzidiyan dûrketina civaka êzidî ji ola xwe di encama nakokî û qirkirinên ku der heqê wan de pêk hatine rexne kirin. Hindek ji beşdaran pêşniyar kirin waneyên olî werin dayîn.

Di dawiyê de deriyê hilbijartinê ji beşdaran re hate vekirin. Hîşam Ehmedo û Gulê Xezalê wek hevserokên Mala Êzidiyan a Helebê hatin hilbijartin.

Ji aliyekî din ve endamên rêveber ên komîteyên ciwan, perwerde, lihevkirin, têkiliyên dîplomasî, çand û huner, jin û şêxan carek din hatin hilbijartin.

Tê bibîrxistin ku ev guhertin di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Konferansa 3`yemîn a Yekîtiya Êzidiyan de hatin û tê payîn ku konferansa di navîna meha Adarê de li dar keve.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Mala Êzidiyan a Şêxmeqsûd a Helebê di 3`yê Tebaxa 2018`an de roja salvegera komkujiya li Şengalê de hate vekirin

(şx)

ANHA