Têkoşîna jinan mijara panelekê li Kobanê bû

Kongreya Star a bajarê Kobanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, panelek li ser danasîna vê rojê û têkoşîna jinan lidar xist.

Têkoşîna jinan mijara panelekê li Kobanê bû
Têkoşîna jinan mijara panelekê li Kobanê bû
Têkoşîna jinan mijara panelekê li Kobanê bû
Têkoşîna jinan mijara panelekê li Kobanê bû
4 adar, 2019   16:30

KOBANÊ

Kongreya Star çalakiyên xwe yên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li herêmên Bakur û Rojihalatê Sûriyê didomînin. Di vê çarçoveyê de îro li bajarê Kobanê ya herêma Firatê paneleke hate lidarxistin.

Panel, bi navnîşana "Bi têkoşînê jin azad dibe" li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate lidarxistin.

Bi dehan jinên bajêr, endamên saziyên rêveberiya xweser, endamên partiyên siyasî û meclisên bajêr beşdarî panelê bûn.

Endama meclisa PYD'ê ya Kobanê Rewşen Hacim panel vekir û di serî de, bûyera ragihandina 8'ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê û xwepêşandinên jinan li New Yorkê di sala 1857'an de li hemberî pergalên desthilatdar vegot.

Reweşn Hacim got: "Jinan ji bo mafê xwe berxwedaneke bê hempa dan meşandin. Têkoşîna jinan bandoreke mezin kir, ku çend dewlet mîna Rûsya û Çîna neçar kirin ku mafên dengdanê û beşdarbûna hilbijartinan bidin jinan, her wiha rola xwe di qadên siyasî, civakî û aborî de bilîzin."

Rewşen, têkoşerên jin wekî Arîn Mîrkan û Avesta bi bîr anî û destnîşan kir ku jinan bi saya têkoşîna van şehîdan, di bin banê projeya neteweya demokratîk serkeftinên mezin bi dest xistin û bûne pêşeng.

Rewşen, di dawiya axaftina xwe de, bal kişand ser berxwedana Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li jinan kir ku têkoşîna xwe bi rihê berxwedana Leyla Guven û hemû têkoşerên azadiyê xurt bikin.

Paşê endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ronahî Kana jî, rastiya jinan di civaka xwezayî de destnîşan kir û anî ziman ku jinan di her aliyan de pêwîstiyên civakê bi cih tîne, çandinî û avakirina xaniyan keşf kir.

Her wiha, endama Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Lîlav Îsa ev tişt anî ziman: "Di rûpelên dîrokê de gelek tevger û şoreş derketine. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan destpê kir. Jinan êdî di her qadan de roleke çalakî pêk tînin."

Têkildarî mijarê endama Partiya Cep Soniya Ibrahîm axivî û got"Jinan di dirêjahiya dîrokê de, ji bo bidestxistina mafên xwe berxwedan û têkoşîna xwe ti car nedane rawestandin, heta roja me ya îro jî bo rizgarkirina kesayeta xwe ji hişmendiya mêrdestî  li ber xwe dide."

Sonya teqez kir ku jinan bi saya fikir û felsefeya Ocalan hemû astengî û zextên ku di encamên hişmendiya baviksalarî de kişandine derbas bikin.

Di panelê de, senivîzyonek der barê xwepêşandanên jinên li New Yorkê li hemberî neheqiyê, her wiha têkoşîna jin di nava tevgera rizgariya Kurdistanê, Şoreşa Rojava û berxwedana Leyla Guven hate pêşandan. Tevgera Rizgariya Kurdistanê, Şoreşa Rojava û berxwedana ku Leyla Guven dide meşandin hat pêşandan.

Di dawiya panelê de koma şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, şanoyek li ser azarên jinan pêşkêş kir.

ANHA