1. Kongreya PYD'ê ya kantona Hesekê hate lidarxistin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kongreya xwe ya yekemîn a kantona Hesekê li bajarê Hesekê lidar xist.

1. Kongreya PYD'ê ya kantona Hesekê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD'ê ya kantona Hesekê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD'ê ya kantona Hesekê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD'ê ya kantona Hesekê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD'ê ya kantona Hesekê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD'ê ya kantona Hesekê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD'ê ya kantona Hesekê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD'ê ya kantona Hesekê hate lidarxistin
4 adar, 2019   15:49

HESEKÊ

Partiya Yekîtiya Demkratîk (PYD) piştî ku konferansê xwe li tevahî bajarok, navçeyên kantona Hesekê lidar xist, îro kongreya xwe ya yekemîn li ser asta kantonê bi dirûşmeya "Bi rêveberî û rêxistin em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke ne merkezî û demokratîk ava bikin" lidar xist. Kongrê li Navenda Çandê ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê hate lidarxistin. Zêdeyî 550 delegeyên partiyê û 150 mêvan ji rûspiyên herêmê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî kongrê bûn.

Destpêkê, endamên dîwanê ji 5 kesan hatin hilbijartin. Paşê Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen axivî û lidarxistina kongreyê yekemîn ê PYD`ê li kantona Hesekê li tevahî beşdaran û malbatên şehîdan pîroz kir.

Hesen destnîşna kir ku kongrê di demeke girîng de ku çeteyên DAIŞ'ê li gundê Baxozê tine dibin tê lidarxistin û wiha domand: "Tinekirina DAIŞ'ê li bargeha xwe ya dawî, serkeftineke ji bo tevahî gelê herêmê, mirovahî û hêzên demokraratîk e. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê bibû belaya serî cîhanê."

Şahoz Hesen, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya diyalogên navxweyî û gotin, danûstandinên Sûrî-Sûrî rêya tekane ye ya bidawîkirina aloziya Sûriyeyê ku ev 8 sal in dewam. Hewldanên diyalogên navxweyî rastî geleke astengiyan hatin, bi taybet Tirkiyê a ku bi Rûsya û Îran re lihevkirin pêk anîn û di encamê lihevkirinan de hin herêmên Bakurê Sûriyê dagir kir. Teqez bi yekrêziyê dê planên Tirkiyê li herêmê têk biçin.

Şahoz Hesen her wiha, girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ji bo yekîtiya Kurd li hemberî êrîşên li ser Kurdistanê û diyar kir ku dema nêrîna Kurdan yek be hemû êrîş û komployên li ser herêmê dê bi sernekevin.

Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen, di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina têkoşînê ji bo rakirina tecrîda li se Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Di kongrê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Îbrahîm Hec Hesen û bi navê Kongreya Star Evîn Paşo û bi naê Meclisa Kantona Hesekê, hevseroka meclisê Semer Abdullah axivî. Kesên axivîn kongrê pîroz kirin û lidarxistina wê di hema heyî de wekî serkeftineke mezin bi nav kirin.

Piştî axaftinan, kongrê ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Tê de raporên rêxistinê û hemû buroyan hatin xwendin.

Ji bo pêşxistina kar nirxandin û pêşniyaran beşdaran hebû. Bi erêkirina piraniya delegeyan biryar hatin girtin. Ji wan:

- Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê çalakî dewam bikin.

- Zemîna partiyê ya rêxistinbûyê li ser asta kantonê were berfirehkirin û rola jin û ciwanan were aktîvkirin.

-Pêşxistina têkiliyan doplomasî bi gel, partî, tevger û kesayetên demokratîk re.

-Pêşxistina endaman di aliyê fikrî de bi rêya zêdekirina dewreyên perwerdeyê.

-Destekdayîna bi hêzên leşkerî yên tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

 Di dawiya kongrê de 12 endam wekî rêveberên PYD'ê li kantona Hesekê hatin hilbijartin.birêve bibe. Her wiha kantona dabeşî du parçeyan (Hesekê û Serêkaniyê) hatekirin û 3 endamên din ji her herêmekê re hatin hilbijartin.

ANHA