Helîkoptereke Îranê  ket, 5 kes mirin

Helîkoptereke Ambûlans ya Îranî ket. Di encamê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.

Helîkoptereke Îranê  ket, 5 kes mirin
4 adar, 2019   14:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Îranê helîkopter ji bo alîkariya jina du canî ya 26 salî hatibû şandin.

Şefê servîsa Rewşên Lezgîn ê Netewî Huseyîn Kûlîvad ji televîzyona dewletê re axivî û ragihand ku beriya ku helîkopter bigihêje herêma jina ciwan lê qeza kir, 3 murettebat û 2 endamên tîma alîkariyê mirine.

Hate ragihandin ku qeza li herêma Sarteşnîz a 380 kîlomtre dikeve başûrê Tehranê pêk hatiye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrna yê helîkopter li antena telekomunîkasyonê qelibiye.