Artêşa Tirk gundên Şêrawa topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bircqas, Soxankê û Aqîbê yên Şêrawa ya girêdayî Efrînê topbaran kirin.

Artêşa Tirk gundên Şêrawa topbaran dike
4 adar, 2019   13:43

EFRÎN

Nûçegihanê me yê li herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bircqas, Aqîbê û Soxankê yên navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê topbaran kirin û topbaran heta van kêliyan didome.

Nûçegihanê me diyar kir ku topbaran bi awayekî demkî didome.

(bx)

ANHA