Li gundê Til El-Yasitî navenda meclisê hat vekirin û 8`ê Adarê hat pîrozkirin

Rêveberiya Sivîl a Minbicê navenda meclisa gundê Til El-Yasitî vekir, her wiha welatiyan bi boneya 8`ê Adarê şahiyek li dar xist.

Li gundê Til El-Yasitî navenda meclisê hat vekirin û 8`ê Adarê hat pîrozkirin
Li gundê Til El-Yasitî navenda meclisê hat vekirin û 8`ê Adarê hat pîrozkirin
Li gundê Til El-Yasitî navenda meclisê hat vekirin û 8`ê Adarê hat pîrozkirin
Li gundê Til El-Yasitî navenda meclisê hat vekirin û 8`ê Adarê hat pîrozkirin
Li gundê Til El-Yasitî navenda meclisê hat vekirin û 8`ê Adarê hat pîrozkirin
Li gundê Til El-Yasitî navenda meclisê hat vekirin û 8`ê Adarê hat pîrozkirin
Li gundê Til El-Yasitî navenda meclisê hat vekirin û 8`ê Adarê hat pîrozkirin
Li gundê Til El-Yasitî navenda meclisê hat vekirin û 8`ê Adarê hat pîrozkirin
4 adar, 2019   13:39

MINBIC

Merasîma vekirina meclisê bi beşdariya bi dehan welatiyên gundên girêdayî gundê Til El-Yasitî û endamên komîteyan û  saziyên girêdayî rêveberiyê hate lidarxistin.

Merasîma vekirina navenda meclisê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Xeta El-Hey Ehmed El-Hesen axivî û bixêrhatina beşdaran kir û vekirina navendê li şehîdên ku canê xwe ji bo azadiya gelan daye, pîroz kir. Ehmed El-Hesen her wiha 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û tekez kir  ku Roja Jinan a Cîhanê ji gelên bindest re bûye roja vejînê.

Paşê ji endamên Yekitiya Werzîşê li bajarê Minbic û gundewarên wê Neîma El-Alî der barê roja 8`ê Adarê de axivî. Neîma destnîşan kir, ku jin li tevahiya cîhanê rastî tundiyê hatine û tekez kir ku jinan roja xwe bi şikandina bêdengî û daxwaza mafên xwe roja xwe bi dest xistine.

Di merasîmê de her wiha li ser navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê axaftin hatin kirin û vekirina navendê li hemû welatiyan pîroz kirin.

Piştî axaftinan koma Şehîd Botan Tirkmen dîlanên gelêrî pêşkêş kirin.

Di dawiya merasîmê de navenda meclisa gundê Til El-Yasitî ji aliyê dayika şehîd Mûsa Mehmûd ve hate vekirin.

ANHA