QSD`ê ala xwe li ser girê Baxozê daçikand

Şervanên QSD`ê ala xwe li ser girê Baxozê daçikand. Her wiha şer di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de didome.

QSD`ê ala xwe li ser girê Baxozê daçikand
4 adar, 2019   13:56

DÊRAZOR

Li Baxozê şerê dawîn li dijî çeteyên DAIŞ`ê didome, her wiha şervanên QSD`ê bi pêş de diçin.

Nûçegihanê me ku pêngavê dişopîne, ragihand ku li Baxozê di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ`ê de şer didome. Her wiha destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi rêya erebeyên bombebarkirî û êrîşên xwekujî hewl didin pêşveçûna şervanan asteng bikin.

Nûçegihanê me diyar kir ku şervanên QSD`ê ala xwe li ser girê Baxozê ku 2`yê Adarê ji aliyê şervanan ve hate rizgarkirin, daçikand. Her wiha diyar kir ku şervanên QSD`ê li herêmê bi pêş de diçin.

(bx)

ANHA