Kongreya Star serdana YPJ û Asayîşê kir

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Kongreya Star ên ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, şandeyek ji Kongreya Star serdana navendên YPJ/YPG`ê û hêzên Asayîşê li gundê Eyn Dîwer, bajarê Serêkaniyê û Dêrikê kir.

Kongreya Star serdana YPJ û Asayîşê kir
Kongreya Star serdana YPJ û Asayîşê kir
Kongreya Star serdana YPJ û Asayîşê kir
Kongreya Star serdana YPJ û Asayîşê kir
Kongreya Star serdana YPJ û Asayîşê kir
Kongreya Star serdana YPJ û Asayîşê kir
Kongreya Star serdana YPJ û Asayîşê kir
Kongreya Star serdana YPJ û Asayîşê kir
Kongreya Star serdana YPJ û Asayîşê kir
4 adar, 2019   13:18

QAMIŞLO

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi dehan jin li pêşiya navenda Kongreya Star a bajarê Dêrikê kom bûn û bi dirûşmên silavkirina têkoşîna jinan berê xwe da navendên YPJ/YPG`ê û hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) da ku vê rojê li wan pîroz bikin.

Li navenda YPJ`ê ya li gundê Eyn Dîwerê şandeya Kongreya Star ji aliyê fermandara YPJ`ê Têkoşîn Bêrîtan ve hat pêşwazîkirin û roja 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û jinan têkoşer ku di eniyên şer de li dijî komên terorîst şer dikin, pîroz kir.

Têkoşîn Bêrîtan destnîşan kir ku têkoşîna jinan di şoreşa Rojava de nameyek ji tevahî jinên azadîxwaz re ye, jinên ku baweriya wan bi firk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê.

Her wiha di serdana navenda hêzên Asayîşê de ji rêveberên Kongreya Star Zilfa Mihemed axivî û 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû têkoşerên ku ji bo parastina destkefiyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dikoşin, pîroz kir.

Zilfa di axaftina xwe de got jinan bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji qeydên ku ji aliyê civakê li ser tên ferzkirin, rizgar kir. Her wiha Zilfa Roja Jinan a Cîhanê li berxwedêr Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 117`an di greva birçîbûnê de ye, pîroz kir.

Serdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

Hesekê

Endamên Kongreya Star a herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê bi boneya 8`ê Adarê serdana navenda YPJ`ê û hêzên Ewlekariya Hundrîn (Jin) kir û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî şervanên YPJ`ê kirin.

Di serdanê de berdevka Kongreya Star a kantona Hesekê Jiyan Îbrahîm axivî û 8`ê Adarê li tevahî jinên ku ji bo bidestxistina azadiya xwe tê dikoşin, pîroz kir.

Her wiha ji fermandarên YPJ`ê Hêlîn Amed spasiya şandeya Kongreya Star kir û kêfxweşiya xwe bi serdana wan diyar kir. Hêlîn Amed roja 8`ê Adarê li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Di dawiyê de endamên Kongreya Star wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî şervanên YPJ`ê kirin.

Serdan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

ANHA