‘Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistine’

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da û got destkefiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama îradaya jinên azad in.

‘Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistine’
‘Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistine’
‘Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistine’
2 adar, 2019   13:30

DÊRAZOR

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê bi hatina 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de teqez kirin ku ew ê îsal 8`ê Adarê bi du boneyên pîroz bikin; boneya yekemîn Roja Jinan a Cîhanê ye û ya duyemîn jî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê ye.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Celal li pêşiya navenda meclisê hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistin, tev li pêkanîna biryaran bûn û ev yek jî îradeya jinên azad diyar dike.

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana jinên Efrînê li Şehbayê hat kirin û gotin ew ê bi rihê Avesta û Barîn dewleta Tirk a dagirker têk bibin.

Di dawiyê de 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî dayik û hevjînên şehîdan pîroz kir.

(bx)

ANHA