Li Qamişlo rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin

Bi boneya 8`ê Adarê, Şaredariya Gel a Qamişlo ya girêdayî herêma Cizîrê 255 dar li deverên giştî çandin. Her wiha şandeyek ji jinên Kongreya Star serdana jinên karker ên li saziyên Xweseriya Demokratîk ên li navçeya Tirbespiyê kir û Kongreya Star li bajarê Girkê Legê semînerek li dar xist

Li Qamişlo rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
Li Qamişlo rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
Li Qamişlo rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
Li Qamişlo rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
Li Qamişlo rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
Li Qamişlo rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
Li Qamişlo rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
Li Qamişlo rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
2 adar, 2019   13:13

QAMIŞLO

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Şaredariya Xerbî ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê, bi slogana "Dara te kesayeta te ye" û bi hevkariya Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî û rêxistinên civaka sivîl, 255 dar li navendên giştî yên girêdayî taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo çandin.

Hevseroka Şaredariya Qamişlo ya taxa Xerbî  Zozan Îbrahîm got armanca wan ji vê pêngavê  ew e ku rewişteke şaristanî bidin bajarê Qamişlo, daran li tevahiya navendên giştî biçînin. Zozan diyar kir ku pêngav dê heta ku daran li tevahiya tax, kolan û navêndên giştî yên bajarê Qamişlo biçînin, bidome.

‘Jinan li dijî hemû hewldanên tunekirinê li ber xwe da’

Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, serdana jinên navend û saziyên navçeyê kir. Bi dehan endam û rêveberên Kongreya Star li navenda kongreyê  ya navçeya Tirbespiyê kom bûn, paşê ji bo ku Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin, serdana hemû navendên navçeyê kirin.

Rêvebera Meclisa Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Asya Cuma diyar kir ku wan ji bo pêşwazîkirina 8`ê Adarê dest bi bernameyê kiriye. Bernameyê wan jî serdana jinên karker ên di saziyên Xweseriya Demokratîk de dixebitin bikin û Roja Jinan a Cîhanê li wan pîroz bikin. 

Asya diyar kir ku 8`ê Adarê berhema berxwedana jinên cîhanê û bi taybet berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, jinên ku li ber xwe da û li dijî hemû hewldanên têkbirina nasname û hebûnê tê koşiyane. 

Li Girkê Legê semîner

Bi boneya hatina 8`ê Adarê Kongreya Star li bajarokê Rimêlan, semînerek li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran, bi beşdariya bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê li dar xist.

Semînerê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star Dîlan Efrîn bal kişand ser rola jinên pêşeng di hemû aliyên şoreşê de, her wiha di dîrokê de rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî têkbirana çeteyan diyar kir.  

Dîlan Efrîn têkildarî mijarê wiha got: “Di van rojên dîrokî de ku rojên dawîn ên çeteyan in, em gelek serkeftinên jinan ên têkbirina çeteyên ku hewldana çewisandina rola jinan di civakê de dikir, dibînin.”

Dîlan bal kişand ser berxwedana jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkoşîna ku niha parlamentera HDP`ê Leyla Guven dide û got ev têkoşîn nîşana xêzkirina berxwedana 8`ê Adarê ye.

Semîner bi sloganên silavkirina berxwedan û têkoşîna jinan bi dawî bû.

ANHA