1. Kongreya PYD‘ê ya Til Birakê hate lidarxistin

Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Til Birak a kantona Qamişlo kongeya xwe ya yekemîn li dar xist.

1. Kongreya PYD‘ê ya Til Birakê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD‘ê ya Til Birakê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD‘ê ya Til Birakê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD‘ê ya Til Birakê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD‘ê ya Til Birakê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD‘ê ya Til Birakê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD‘ê ya Til Birakê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD‘ê ya Til Birakê hate lidarxistin
1. Kongreya PYD‘ê ya Til Birakê hate lidarxistin
28 sibat, 2019   18:06

QAMIŞLO

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Til Birak a Kantona Qamişlo bi amadebûna endamên partiyên, şêx û rûspiyên navçeyê û endamên saziyên sivîl kongreya xwe ya yekemîn li dar xist.

Kongre bi dirûşmeya " Bi vîn û rêxistinbûyînê em Efrîn rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk û ne navendî ava bikin" li hola civînan hate lidarxistin. Hola civînê bi alên PYD‘ê û pankartên bi nivîsên "Bi rihê berxwedanê em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin" û "Bi berxwedanê em ê destkeftiyên şoreşê misoger bikin" hatibû xemilandin.

Kongrê bi deqeya bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Desteya Rêveber a PYD‘ê Sîlvan Elî geşedanên siyasî li Rojhilata Navîn, bi taybet li ser asta Sûriyê şîrove kir.

Sîlvan di destpêka axaftina xwe de lidarxistina kongreya yekemîn li şêniyên Til Birakê pîroz kir û hêvî kir ku kongre di her aliyan de fêde be.

Sîlvan Elî got: "Herêm di her aliyan de di pêvajoyeke hestiyar de ye, li dijî Sûriyê komplo têne kirin. Ji me tê xwestin ku em bi siyaset û zanebûn nêz bibin û asta xeteriyên li dijî me têne kirin nas bikin."

Sîlvan her wiha bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, Rojhilata Navîn bi projeya Rêber Abdullah Ocalan dê bighêje konfederaliyê û ev tişt anî ziman: "Em bi serkeve û rêbertî ji girtîgehê azad bikin."

Di kongrê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birak Wead El-Ilêwî kongrê li endamên partiyê pîroz kir û diyar kir ku PYD‘ê bi şehîdên xwe tê naskirin û xeta neteweya demokratîk dişopîne.

Her wiha Rêvebera Kongreya Sacîda El-Elî jî axivî û hêvî kir ku kongrê bibe bingeha avakirina civaekek azad û demokratîk.

Piştî axaftinan, endamên dîwana kongrê hatin hilbijartin.

Di kongrê de rapora salane ya xebatên partiyê û plansazî hate xwendin. Piştî nîqaşên berfireh ji aliyê beşdaran ve biryar hatin derxistin.

Ji bo hilbijartina rêveberên PYD`ê li navçeyê dengdan pêk hat. Di encamê de 12 endam hatin hilbijartin. Rêveberên nû sond xwarin ku ew ê erka xwe pêk bînin.

Kongre bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA