Şehîdên Kobanê yên meha Sibatê hatin bi bîranîn

Cangoriyên azadiyê yên kantona Kobanê yên meha Sibatê li ser gora xwe hatin bi bîranîn.

Şehîdên Kobanê yên meha Sibatê hatin bi bîranîn
28 sibat, 2019   18:19

KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê şehîdên xwe yên meha Sibatê bi merasîmê li Goristana Şehîd Diclayê bi bîranîn.

Bi sedan şêniyên kantonê, di nav de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şervanên YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê beşdarî merasîmê bûn.

Şêniyan find li ser gorên şehîdan vêxistin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

ANHA