Desteya Jin mekanîzmeya rakirina fikirê tundraw nîqaş dike

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nirxandina xebatên meha Sibatê û danîna plansaziya meha bê bi buroyên jin ên rêveberiyên xweser û meclîsên sivîl re civiya.

Desteya Jin mekanîzmeya rakirina fikirê tundraw nîqaş dike
28 sibat, 2019   17:32

GIRÊ SPÎ

Civîn li avahiya Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî li dar ket. Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro, rêveberên buro û komîteyên jin ên rêveberiyên xweser û meclisên sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînê de amade bûn.

Civîn bi bîranîna şehîdan destpê kir. Paşê beşdaran rewşa siyasî, girêdayî wê nêzîkbûna tinekirina DAIŞ‘ê li herêmê, biryara DYA‘yê ya hiştina hin leşkerên xwe li Sûriyê û gefên Tirkiyê li ser herêmê nîqaş kirin.

Piştre, her buro û komîteyekê rapora xebatên xwe yên meha Sibatê û astengiyên li pêşiya wan derketin û rêbazên çareserkirin xwendin. Her wiha plansaziya meha bê derxistin. Ji plansaziyan;  danîna semîneran, şahî û daxuyaniyên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê.

Her wiha mijara jinên ji aliyê QSD‘ê ve hatin rizgarkirin û radestkirina wan ji bo malbatên wan hatin nîqaşkirin.

Li ser mijarê Seroka Desteya Jin Cîhan Xidro got: "Mijara jinên ku ji DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin û mekanîzmeya xilaskirina wan ji fikrê DAIŞ‘ê hate nîqaşkirin."

ANHA