Ziyad Şêx: Derbarê gora komî ya li Baxozê lêgerîn berdewam e

Serokê Mala Êzidiyan Ziyad Şêx Evdal got, gora ku QSD‘ê li nêzî gundê Baxozê dîtiye hîna nehatiya naskirin bê kar ya jinên Êzidî ne ya ne û teqez kir ew bi QSD‘ê re di nava peywendiyan de ne da ku agahiyên rast li ser vê gorê nas bikin.

Ziyad Şêx: Derbarê gora komî ya li Baxozê lêgerîn berdewam e
28 sibat, 2019   17:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên QSD‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de derxistina sivîlan ji bargeha dawî li Baxozê ku di destê çeteyên DAIŞ‘ê de maye didomînin. Şervanan di xebatên lêgerîn de li derdora gundê Baxozê goreke komî dîtin. Hin dezgehên ragihandinê gotibûn di gorê de cenazeyên jinên Êzidî hene.

Serokê Mala Êzidiyan Ziyad Şêx Evdal di daxuyaniyeke xwe de li gel ajansa me ANHA‘yê got, Hêzên Sûriyeya Demokratîk goreke dît, lê heta niha nehatiya zanîn bê ya jinên Êzidî ne ya na.

Ziyad Şêx Evdal teqez kir ku wekî Mala Êzidiyan ew bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re di nava têkiliyan de da ku detayên gora li Baxozê nas bikin.

Hêjaye bi bîrxistinê ye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk di rojên dawî de zêdeyî 40 jinên Êzidî, 4 ciwan û 45 zarok rizgar kirin.

Pêngava rizgarkirina gund berdewam e.

ANHA