Li Reqayê 20 cenazeyên din ji gorên komî hatin derxistin

Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê  xebatên xwe yên rakirina cenazeyan ji gora komî ya El-Fexîxe didomîne. Li gorî bijîşkê dadwerî di gorê de 3 hezar heya 3  hezar û 500 cenaze hene. Hejmara cenazeyên ku ji gorê hatine derxistin derdora 180 cenaze ne.

Li Reqayê 20 cenazeyên din ji gorên komî hatin derxistin
Li Reqayê 20 cenazeyên din ji gorên komî hatin derxistin
Li Reqayê 20 cenazeyên din ji gorên komî hatin derxistin
28 sibat, 2019   16:31

REQA

Tîma Destwerdana Destpêkê îro 20 cenaze ji gora gundê El-Fexîxê ya gundewarê başûrê Reqayê li herêma El-Şamiyê ye (başûrê çemê Firatê ) derxistin.

Tîma Destwerdana Destpêkê , di destpêka meha borî de dest bi rakirina cenazeyan ji gora El-Fexîxê kiribûn. Li gorî xebatkarên tîmê û bijîkê dadwerî di nav gorê de zêdetirî 3 hezar cenaze hene.

Ji ber tunebûna alavan Tîma Destwerdana Destpêkê di karê xwe de zehmetiyan dikşîne. Tenê bi alavên sivik xelabt dikin, ew jî xebatên rakirina cenazeyan asteng dike. Ji ber hebûna dûpişkan bi awayekî zêde di nav gorê de xebatkarên tîmê bi baldarî dixebitin.

Çeteyên DAIŞ`ê dema herêm dagirkiribûn, ev gor ji bo veşartina çeteyên xwe diyar kiribûn. Karkerên tîmê hin caran du cenazeyan di heman gorê de dibînin.

Bijşîkê dadwerî Mihemed El-Elî girêdayî mijarê wiha got: "Rojane em xebatên xwe di vê gorê de dimeşînin. Di nav gorê de hejmara herî mezin a cenazeyan heye û vedigere dema hebûna DAIŞ`ê li Reqayê."

El-Elî destnîşan kir ku derdora du hezar cenazeyê çeteyên DAIŞ‘ê di vê gorê de hene.

Girêdayî astengiyên ku rastîê xebatên wan tê, El-Elî diyar kir ku "Pila germê êdî bilind dibe û tûpişk derdikevin, ev jî li pêşiya xebatên me dibe asteng."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tîma Destwerdana Destpêkê di navîna meha borî de 3 hezar û 310 cenaze ji gora taxa Panorama derxistine. 550 cenza radestî malbatên wan hatin kirin, 850 cenazeyên girêdayî endamên DAIŞ`ê hebûn. Her wiha hezar û 910 cenaze ne hatin naskirin.

(şx)

ANHA