Hejmara koçberan zêde dibe lê rêxistinên mirovî xemsar in

Hejmara koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê û malbatên çeteyan ên di kampa Holê de bû 51 hezar. Rêveberiya kampê jî kampê berfireh dike, her wiha bang li rêxistinên alîkariyê kir ku erka xwe li beramberî kampê pêk bînin.

Hejmara koçberan zêde dibe lê rêxistinên mirovî xemsar in
Hejmara koçberan zêde dibe lê rêxistinên mirovî xemsar in
Hejmara koçberan zêde dibe lê rêxistinên mirovî xemsar in
27 sibat, 2019   11:08

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo penaberên Iraqê pêşwazî bike 21`ê Nîsana 2016`an bi derfetên kêm kampa Holê ava kir. Penaberên Iraqê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê û pêngava rizgarkirina Mûsilê berê xwe da kampê. Her wiha dema şervanên QSD`ê dest bi pêngavên rizgarkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, koçberên Sûriyê jî berê xwe da kampê.

Koçber û penaberên di kampê de li ser 6 beşan tên belavkirin. Di her beşekê de hejmareke ji çadiran heye. Firehiya her beşekê nêzî 10 kîlometre çargoşe ye. Di vê demê de jî rêveberiya kampê beşa 7`emîn amade dike.

Beşên 1, 2 û 3`yemîn ji penaberên Iraqê re hatine amadekirin. Her wiha beşên 4, 5 û 6`emîn ji koçberên Sûriyê re hatine amadekirin. Beşek ji kampê jî ji malbatên çeteyan re yên piştî pêngava Bagera Cizîrê gihîştin kampê, veqetandine.

Di kampê de xwaringehên komî di hemû beşan de hene. Her 5 malbat di xwaringehekê de xwarinên xwe amade dikin. Her wiha hindek malbat xwarinên xwe li ser sobeyên ku ji aliyê rêveberiya kampê ve li wan hatine belavkirin, amade dikin. 

Li gorî serjimara rêveberiya kampa Holê, hejmara penaberên Iraqê 22 hezar kes, koçberên Sûriyê 26 hezar kes û 3 hezar û 500 endamên malbatên DAIŞ`ê ne.

Rêxistinên di kampê de dixebitin bi erka xwe ranabin û alîkariyên ku belav dikin, hemû pêdiviyên wan bi cih naynin. Rojane ji her kesekî re 2 nan û 15 lître av ji her malbatekê re tê veqetandin.

Der barê mijarê de, endama rêveberiya kampa Holê Macîde Emîn axivî û wiha got: "Bi zêdebûna koçberan û malbatên çeteyan re, hejmara giştî gihaşt 51 hezar kesan, rêveberiya kampê pêdiviyên wan ên rojane peyda dike."

Macîde destnîşan kir ku rêxistinên di kampê de dixebitin, li gorî tê xwestin bi erka xwe ranabin.

Her wiha Macîde diyar kir ku koçberên ji Sûriyê dema ku dixwazin ji kampê derkevin, hevkarî di navbera rêveberiya kampê û QSD`ê de pêk tê, heta ku herêmên wan bêne rizgarkirin û ji mayinan bêne paqijkirin. Macîde anî ziman ku ji bo penaberên Iraqê jî hevkarî di navbera rêveberiya kampê û Wezareta Koçberiyê ya Iraqê de tê kirin û bi rêya wan, koçber diçin welatê xwe.

Endama rêveberiya kampa Holê Macîde Emîn di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erka xwe rabin û alîkariya koçberan bikin.

 (bx)

ANHA