Misrê bersiva daxuyaniyên Erdogan da!

Wezareta Karên Derve ya Misrê bi daxuyaniyekê bersiva serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da, ku êrîşî serokê Misrê Abdulfettah El-Sîsî û Lûtkeya Erebî kir.

Misrê bersiva daxuyaniyên Erdogan da!
27 sibat, 2019   10:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Wezareta Karên Derve ya Misrê Ehmed Hafêz daxuyaniyek da û wiha got: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din bi gotinên xwe êrîşî Misrê û rayedarên siyasî kir, daxuyaniyên Erdogan hembêzkirina komên Îxwanan ên terorîst û alîkariya wan dide diyarkirin."

Ehmed Hafêz wiha domand: "Erdogan êrîşî Misrê dike, bi xwe jî 175 rojnamevan û zêdetirî 70 hezar siyasetmedar binçav kirine û xistine zindanan."

Serokkomarê Tirkiyê careke din êrîşî serokê Misrê Abdulfettah El-Sîsî û rayedarên Ewropayê û yên Kendavê kiribû ku beşdarî Lûtkeya Erebî-Ewropî bûbûn.

(fr)