Ji Rûsya û rejîma Sûriyê daxuyaniyeke hevbeş

Piştî ku DYA`yê got dê 400 leşkerên xwe li Sûriyê bihêle, rejîma Sûriyê û Rûsyayê di asteke nizm de daxuyaniyeke hevbeş da. Di daxuyaniyê de bang li Amerîkayê hate kirin ku hêzên xwe ji Sûriyê bikişîne.

Ji Rûsya û rejîma Sûriyê daxuyaniyeke hevbeş
27 sibat, 2019   09:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Di asteke nizm de Rûsya û rejîma Sûriyê li ser zimanê Fermandariya Giştî daxuyaniyeke hevbeş li ser hebûna hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Tenefê da. Di daxuyaniyê de bang li Amerîkayê hate kirin ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Di daxuyaniya hevbeş de hate îdiakirin ku wê rejîma Sûriyê û Rûsya ji kampa koçberan a Rukban a li Tenefê vala bikin, 1`ê Adarê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de dê biçin kampa Rukban û wan binîn herêmên rejîmê.

Bi deh hezaran kesên ji rejîma Sûriyê reviyane, niha li kampa koçberan a Rukban dimînin. Kesên li wir dijîn ji ber metirsiya girtin, leşkeriya mecbûrî û kuştinê naxwazin biçin herêmên rejîma Sûriyê.

(ekîb)

ANHA