Til Hemîs piştî 4 salan...

Navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ji 4 salan ve di nava aramî û ewlehiyê de ye. Li navçeyê sîstema xwerêvebirinê hatiye rûniştandin û di hemû qadan de gavên mezin hatin avêtin.

Til Hemîs piştî 4 salan...
Til Hemîs piştî 4 salan...
Til Hemîs piştî 4 salan...
Til Hemîs piştî 4 salan...
Til Hemîs piştî 4 salan...
Til Hemîs piştî 4 salan...
Til Hemîs piştî 4 salan...
Til Hemîs piştî 4 salan...
Til Hemîs piştî 4 salan...
Til Hemîs piştî 4 salan...
27 sibat, 2019   06:57

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Komên çeteyan mîna Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê yên ku navçeya Til Hemîsê dagir kiribûn, ji 22`yê Sibata 2013`an ve dest bi talankirin, wêrankirin û kuştinê kir.

DAIŞ`ê dema ku navçeya Til Hemîsê dagir kiribû, bi navê îslamê hişmendiya xwe ya tundraw ji ferzkirina cil, nîqab, qedexekirina cigareyê û hwd di nava şêniyan de belav kir. Çeteyan kesên ku ev qanûn pêk nedianîn cezayên giran mîna celd, serjêkirin, darvekirin, recm û girtin bi darê zorê li şêniyan dibirîn û li aliyekî din dest bi talankirina depoyên genim ên Til Hemîsê kir.

Di 27`ê Sibata 2015`an de YPJ û YPG`ê navçeya Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û dest bi xebatên lêgerînê kir. Di wan xebatan de şaneyên veşartî yên ku xwe di nav şêniyan de veşartibûn, girtin û bajêr ji bermahiyên DAIŞ`ê û mayinan paqij kirin. Bi vê yekê şênî piştî 3 salan ji koçberiyê vegerîn warên xwe.

Ji destpêka pêngava rizgarkirina Til Hemîsê ve û heya vê kêliyê gavên girîng di hemû aliyên jiyanî û xizmetguzarî de li navçeyê hatin avêtin. Kehrebe ji navçeyê û gundewarên wê re hate gihandin, firneya sereke û stasyona avê dîsa ketin xizmetê.

Ji bo birêxistinkirina civakî jî komîn û meclis li her devera navçeyên hatin avakirin. Di vê çarçoveyê de navçe û gundewarên wê li gorî xetan hatin birêxistinkirin, her xetekê meclisa xwe ava kir û bi xwe û xwe bi rê ve dibe, wekî Xeta Rêwan, Xeta Warşîn, Cisûr, Devrem û  Lewend.

Êlên herêmê roleke sereke û girîng ji aliyê îdeolojîk ve lîstin, bi taybet piştî tevlêbûna bi sedan ciwanên êlên Ereb nav refên yekîneyên parastinê (YPJ, YPG û QSD). Di navçeyê de êlên El-Tifêhîn, El-Şerabîn, El-Şemer, El-Miamra, Benî Seba, Cewala û Raşid hene.

Saziyên Rêveberiya Xweser a navçeyê di aliyê xizmetguzarî de, bi taybet di warê perwerdeyê de kedeke mezin da meşandin. Li ser vê yekê dibistan ji nû ve hatin vekirin û rêxistinkirin, her wiha hişmendiya çeteyan di nav şêniyan de belav kiribûn bi rêya akademiyên bîrdozî hatin rakirin.

Jinan jî rola xwe di tevahiya saziyên sivîl û leşkerî de lîst, jinên Ereb tev li YPJ`ê bûn. Şehîd Hebûn û Bêrîtan nimûneya keçên Ereb ên vê têkoşînê ne. Di vî warî de Mala Jinan bû mîsogerkar û parêzvana mafên jinan.

Aramî û ewlehî vegerî navçeya Til Hemîsê

Eymen Xidir, Xidir Mihemed û Umer El-Ehmed ji şêniyên navçeya Til Hemîsê ne, hemûyan destnîşan kir ku bi saya YPG û YPJ`ê şênî vegerîn warên xwe û di nav ewlehiya de ne ku di dema DAIŞ`ê de jê bê par mabûn.

(şx)

ANHA