Jineke DAIŞ`î: DAIŞ êdî endamên xwe jî dike mertalên zindî

Jineke DAIŞ`î tekez kir ku çeteyên DAIŞ`ê êdî endamên xwe jî wek mertalên zindî bi kar tînin û wiha got: "Ji ber tevlêbûna DAIŞ`ê me gelekî azar kişand."

Jineke DAIŞ`î: DAIŞ êdî endamên xwe jî dike mertalên zindî
27 sibat, 2019   07:10

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

QSD xebatên derxistina malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji berîka dawîn a DAIŞ`ê li gundê Baxozê didomîne. Rojane bi sedan malbatên DAIŞ`î di nav de biyanî, iraqî û sûrî, digihêjin kampa Holê.

Ji nav wan malbatan, malbatek jî ya jina bi navê Kurdiyê El-Etiye ya ji şêniyên gundê Minbicê ye. Hevserê Kurdiyê tev li çeteyên DAIŞ`ê bûye û bi rêya korîdorên ku QSD`ê vekirine, digihêje kampa Holê.

Kurdiyê diyar kir ku hevser wê bazirganê pez bû, dema DAIŞ`ê herêmê dagir dike, tev li wan dibe û bi wan re diçe Dêrazorê.

Kurdiyê destnîşan kir ku çeteyan nedihişt ku ew ji Baxozê derkeve bi hinceta ku mayîn li ser rê  hene, her wiha wan bi gotina ku kafir dê wan ceza bikin tehdît dikir.

Kurdiyê di berdewama gotinên xwe de bal kişand ser ku hevserê wê di encama ku çeteyên DAIŞ`ê wî wek mertalên zindî li Baxozê bi kar anîne birîndar bûye û got: “DAIŞ`ê piştî ku di erdnîgareyeke biçûk de hatiye dorpêçkirin, êdî endamên xwe wek mertalên zindî bi kar tîne.”

Kurdiyê tekez kir ku hevserê wê piştî ku gihaştine kampê ji nexweşxaneyê re hatiye veguhestn û got: "Ji ber tevlêbûna DAIŞ`ê me gelek azar kişand."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampa Holê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve di 2016`an de ji bo pêşwazîkirina penaberên iraqî hatiye vekirin. Hejmara penaber û koçberan di nav kampê de gihaştiye 48 hezaran û di nav de gelek malbatên çeteyên DAIŞ`ê jî hene.

(şx)

ANHA