Tedbîqat leşkerî ya Îsraîlê ji bo şerê li Xezayê bi dawî bû

Di çalakiyên îşev ên li ser sînorê Xezayê de 4 Filistînî birîndar bûn. Li aliyekî din artêşa Îsraîlê tedbîqatên xwe yên leşkerî bi dawî dike.

Tedbîqat leşkerî ya Îsraîlê ji bo şerê li Xezayê bi dawî bû
26 sibat, 2019   21:57

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê diyar kir ku di encamên gulebarana artêşa Îsraîlê li dijî çalakgerên Filistinê yên li ser sînorê Xezayê de 4 Filistînî birîndar bûn û bi dehan di bin bandora gazê de mane.

Li aliyekî din jî, artêşa Îsraîlê îro sêşemê tedbîqatên xwe yên leşkerî ku roja Yekşemê bi beşdarbûna hêza bejahî, panzêr, hêzên esmanî, top, yekîneyên vegihînê û îstîxbarata leşerî dabû destpêkirin bi dawî kir.

Tedbîqata leşkerî yê artêşa Îsraîlê bi armanca şopandina hêza Îsraîlê  ji bo amadekariyan şerekî li Xezayê pêk hat. Li gorî daxuyaniya fermandariya artêşa Îsraîlê "Fermandariya eniya başûr di çarçoveya tedbîrên şerên bi lez de di her aliyan de hate perwerdekirin, di nav de şerê li jîngehên Xezayê."

ANHA