Rêxistina PYD‘ê ya Til Koçerê kongreya xwe lidar xist

Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Til Koçerê kongreya xwe ya yekemîn lidar xist û meclisa nû ava kir.

Rêxistina PYD‘ê ya Til Koçerê kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD‘ê ya Til Koçerê kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD‘ê ya Til Koçerê kongreya xwe lidar xist
26 sibat, 2019   17:44

QAMIŞLO

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Til Koçerê bi beşdarbûna 242 delegeyan, kongreya xwe ya yekemîn lidar xist. Nûnerên hin partiyên siyasî, rûspiyên herêmê û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn.

Kongreya bi dirûşmeya "Bi vîn û rêxistinbûyînê em ê Efrîn rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk û ne navendî ava bikin" hat lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Paşê Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen axivî û got, bi tinekirina DAIŞ‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re herêm derbasî pêvajoyeke nû dibe.

Hesen li ser armancên PYD‘ê anî ziman ku, PYD‘ê her tim banga azadî, demokrasî û mafê hemû pêkhateyan û destûreke demokratîk dike û destnîşan kir ku partî rastî gelek zextan rêjîmê Sûriyê hat.

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen, bang li hemû endamên partiyê kir ku erka xwe ya dîrokê di rêxistinkirin û perwerdekirina civakî bi cih bînin.

Di kongreyê de, bi navê Kongreya Star Mûna El-Mizel jî axivî û têkoşîn û rola PYD‘ê silav kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Paşê, rapora salekê ya xebatên rêxistina PYD‘ê ya navçeya Til Koçerê hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve nirxandin û pêşniyar hatin kirin.

Her wiha biryar hatin girtin, ji wan ev in:

-Komîte û rêveberiyên hatine avakirin, werin aktîvkirin.

-Pêşxistin û perwerdekirina jinan di her qadan de.

-Hejmara endaman werin zêdekirin û rêxistinên partiyê li gundan werin avakirin.

-Destekdayîna rêxistina ciwanan ên hemû komîte û rêveberiyan.

Di dawiya kongreyê de dengdan pêk hat û 12 endamên Meclisa Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Til Koçerê hatin hilbijartin.

ANHA