‘ Hiqûqa mafê mirovan ji jiyana berxwedêrên grevên birçîbûnê berpirsyar e‘

Meclisa Edaleta Jin a Bakur û Rojhilata Sûriyê got, rêxistinên navdewletî û hiqûqa mafê mirovan ji jiyana berxwedêrên grevên birçîbûnê berpirsyar in.

‘ Hiqûqa mafê mirovan ji jiyana berxwedêrên grevên birçîbûnê berpirsyar e‘
26 sibat, 2019   18:18

QAMIŞLO

Meclisa Edaleta Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî civîna xwe ya astayî ku li avahiya Akademiya Mezopotamya ya Dada Civakî ya bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin û dê de endamên meclîsên Edaleta Jin "Dêrazor, Tebqa, Reqa, Kobanê, Efrîn, Minbic û Cizîrê" beşdar bibûn, daxuyaniyek der barê rewşa çalakgerên grevên birçîbûnê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bejna xwe li hemberî berxwedana ku îradeya gelê aştîxwaz temsîl dike ditewînin. Ji vir em berxwedana têkoşer û parlamantera HPD‘ê ku ev 111 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Netewî Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye silav dikin û piştgiriya wê dikin. Berxwedana Leyla Guven ji bo jinan gaveke girîng ber bi têkoşîna li hember zihniyeta koletiyê ve ye.

Leyla Guven bûye sembola jina azad û ji hemû jinên ku li hemberî pergalên desthilatdar û sûcên li girtîngehên faşîzmeyê re têdikoşin, bûye hêz û vîn.

Wekî Meclisa Edaleta Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em raya giştî ya cîhanî û hemû rêxistinên navdewletî û hiqûqa mafê mirovan ji jiyana têkoşer Leyla Guven û hevalên wê ku zêdeyî 3 mehan di greva birçîbûnê de ne, berpirsyar dibînin."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana girtîgehan, têkoşer Leyla Guven û hevreyên wê û edaleta jin hatin berzkirin.

ANHA