Hejmara leşkerên Venezeulayê yên veqetiyayî gihaşt 167’an

Kolombiyayê ragihand ku 11 leşkerên Venezeulayê yên dîtir sînorê welatê xwe derbas kir û derbasî welatê wan bûne. Bi giştî hejmara leşkerên veqetiyayî yên çûne welatên cîran, gihaşt 167’an.

Hejmara leşkerên Venezeulayê yên veqetiyayî gihaşt 167’an
26 sibat, 2019   10:41

NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ragihand ku herî kêm 5 leşker, yek ji wan bi cilên sivîl, pira sînor a Simon Bolivar a Venezeula û Kolombiyayê bi hev ve girê dide, derbas kiriye.

Yek ji wan leşkeran li gel leşkerên Kolombiyayê wiha got: “Em nûnertiya hikumeta welatê xwe red dikin.”

157  leşker ji eslê 167’an ketin herêma Norte De Santander a bakurê rojavayê Venezeulayê û mezintirîn bajarê wê Kukutayê, lê 10’ên din jî ber bi başurê Araucayê ve çûn.

Buroya Koçberiyê ya Kolombiyayê ragihand ku hejmarek ji wan leşkeran tevî malbatên xwe ji tirsa tolhildanê veqetîn û gihatin gel wan.

Serokê opozîsyonê Juan Guadio ku xwe wek serokê Venezeulayê ragihandiye, efû ji leşkerên ku ji hikumeta serokatiya Nicolas Maduro vediqetin re pêşkêş kir.

(fr)