Li Dêrikê çalakiya paqijkirinê

Bi boneya nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê, li bajarê Dêrikê çalakiya paqijkirinê hate destpêkirin.

Li Dêrikê çalakiya paqijkirinê
Li Dêrikê çalakiya paqijkirinê
Li Dêrikê çalakiya paqijkirinê
Li Dêrikê çalakiya paqijkirinê
Li Dêrikê çalakiya paqijkirinê
Li Dêrikê çalakiya paqijkirinê
26 sibat, 2019   10:50

QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, rêxistinên civakî û yên jinan vê sibê li bajarê Dêrikê dest bi pêngava paqijkirinê kir.

Pêngav ji aliyê Meclisa Navçeya Dêrikê û Buroya Jinan a li Şaredariya Gel a Dêrikê bi beşdariya mamoste û xwendekaran ve hate destpêkirin.

Vê sibê beşdarên pêngavê li ber avahiya Şaredariya Gel a li bajarê Dêrikê kom bûn, da ku dest bi pêngavê bikin.

Pêngav ji bazara navendî û kolanên sereke û yên nesereke hate destpêkirin.

Berî ku pêngav were destpêkirin, endama buroyê ya Nivîsgeha Parastina Ekolojiyê ya Şaredaiya Gel Şîlan Mihemed axivî û wiha got: "Ji bo em parastina paqijiya bajarê xwe bikin, me îro pêngava paqijkirina kolanên bajêr di çarçoveya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê de dest pê kir.”

Şîlan bang li her kesî kir ku parastina paqijiya bajarê xwe bikin.

Pêngava paqijkirinê dê heta 8`ê Adarê dewam bike.

(ekîb)

ANHA