Asta binpêkirinên li Efrînê zêde dibe

Asta binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê zêde dibe. Çarenûsa gelek kesên ku hatine revandin, ne diyar e. Her wiha komên çete revandina şêniyan didomînin û li beramberî serbestberdana wan pereyan dixwazin.

Asta binpêkirinên li Efrînê zêde dibe
Asta binpêkirinên li Efrînê zêde dibe
Asta binpêkirinên li Efrînê zêde dibe
26 sibat, 2019   10:35

EFRÎN

Li gorî agahiyên ji hundirê Efrînê, asta binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê zêde dibe. Di rojên dawîn de gelek şêniyên Efrînê hatin revandin. Li gorî agahiyan ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, muxtarên gundan ji bo xwestina pereyan li beramberî serbestberdana kesên direvînin, bi kar tînin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê parêzerê bi navê Mihemed Bîlal ku ji şêniyên navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye, revand û çarenûsa wî heta niha ne diyar e.

Her wiha çarenûsa kalepîrê bi navê Mihemed Şewqî (57) ku ev 11 meh e ji mala xwe hate revandin, ne diyar e. Li gorî çavkaniyên herêmî ku kalepîrê bi navê Mihemd Şewqî ji aliyê çeteyên Sultan Şah ve ku bi navê “Emşat” tê naskirin, dema ku navçeya Şiyê dagir kirin, hate revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker şêniyê bi navê Adil Hacî Osman ji cihê karê wî li taxa Mehmûdiyê revand û piştî 3 rojan li beramberî pereyan ew serbest berdan. Li gorî gahiyan ku Adil Hecî dema hat revandin bi awayekî dijwar hat îşkencekirin. Tê zanîn ku şêniyê bi navê Adil Hecî Osman beriya niha çend caran hatiye revandin û li beramberî pereyan serbest hat berdan.

Polîsên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ciwanê bi navê Abdullah Şerqî (19) ji mala wî ya li navçeya Şiyê revand û ber bi girtîgeheke li herêma Cindirêsê ve bir. Ev cara duyemîn e ku Abdullah Şerqî tê revandin. Cara yekemîn piştî ku malbata wî neçar kirin li beramberî serbestberdana wî pereyan bidin, sala derbasbûyî hate berdan.

Ji aliyekî din ve jî beriya çend rojan tevliheviyeke pir mezin li gundê Sîmalka yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê çêbû. Li gorî agahiyan, şêniyên bi navê Mihemed Şêxo, Mihemed Betal, Husam Şêxo, Enwer Mustefa, Botan Mustefa Henan Şêx Bilo û Elî Ezîz hatine revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çavkaniyan teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide sîstema muxtaran xurt bike û talankirin û revandina şêniyan rewa bike. Ji bo vê jî berê malbatên kesî ku hatine revandin dide muxtaran da ku pirsa wan bike û ji wan dixwazin ku ji bo zarokên wan serbest werin berdan, pereyan bidin muxtaran.

(bx)

ANHA